Lem‘eya Nozdehemîn
Rîsaleya Aboriyê
(Derbarê aborî û qenaet û îsraf û fiştoqiyê (tebzîrê) de ye.)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحيمِ
كُلُوا وَاشْرَبُوا وَلاَ تُسْرِفُوا
Ev ayeta kerîme, derbarê îqtisadê bi emrekî qet‘î û derbarê îsrafê bi nehyeke serîh xayet muhîm derseke hîkmetê dide. Di vê meselê de heft nukte hene.
NUKTEYA YEKEMÎN: Xaliqê Rehîm di berdêla wan nîmetên ku dane mirovî de şukrê dixwaze. Lê îsraf dijberê şukrê ye, kêmdîtineke (îstîxfaf) zirardar ya di hember nîmetê de ye. Lê heçî aborî ye, li hember nîmetê îhtirameke faydedar e. Belê, aborî hem şukreke manewî ye, hem di hember rehmeta îlahî ya di nav nîmetan de rêzek e, hem bi awayekî qet‘î sebeba bereketê ye, hem sebeba sihetê ya wek parêza bedenê ye, hem sebeba îzetê ya ji zileta parsekiya manewî ye, hem sebebeke bihêz e ku tama di nav nîmetê de dide hîskirin û tama di nav nîmetên ku li gorî zahirî bêtam xuya dikin de dide tamkirin. Heçî îsraf e, ji ber ku dijberê wan hîkmetên navborî ye, encamên wê yên xeternak hene.