Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Lewra, tu dibînî ku ew tovên ku dişibihin hev ji hev temayûz dikin, cuda dibin. Wek mînak: Ev tovkok bû dareke hêjîrê. Nîmetên Fatirê Hekîm li ser serê me re belav dike. Direşîne, bi destê çiqilan dirêjî me dike. Va ye heçî ev herdu tovkokên ku angorî dixuye dişibihin wê, kulîlka gulberojê û binefşa belek da. Ji bo me xwe xemilandin. Li rûyê me dikenin û xwe bi me didin hezkirin. Hin tovkokên din ên li vir ev fêkiyên xweş dan. Û bûne simbil, bûne dar. Bi tam û bêhn û şeklên xwe yên xweşik îştaha me vedikin û nefsên me dawetî nefsên xwe dikin. Û xwe qurbanî muşteriyên xwe dikin. Da ku ji mertebeya jiyana nebatî tereqiyê mertebeya jiyana heywanî bikin. Û hakeza, qiyas bike. Ew tovkokana bi awayekê wisa vebûn ku, ew kulm tenê bû wek bexçeyeke ku ji darên têvel û bi kulîlkên cûrbecûr tijî. Tê de tu şaşî û kêmasî nîne. Raza

فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرَى مِنْ فُطُورٍ

nîşan dide. Her tovikek, bi cilwe û qenciya îsmê Hafiz mîrateya malê ku ji bavê wî û ji eslê wî jê re hatî dayîn bêyî îltîbas û bê kêmasî diparêze û nîşan dide.    

   Va ye, eva hanê nîşaneyeke qet‘î e ku zatê Hafiz ê ku vê xarîqeya bêhed dihêvişîne, di qiyamet û hêşrê de wê teceliya mezin a hafiziyetê nîşan bide. Belê, cilweya hafiziyetê ya ku di van helwestên wisa negirîng, zaîl û fanî de evqas bêqusûr û bêşaşî ye, ev delîleke qet‘î e ku ev însanê ku bandoreke wî ya ebedî û girîngiyeke wî ya mezin heye û barhilgirê emanetê kubra ye û xelîfeyê rûyê erdê ye, kirin û eser û gotin û xêr û gunehên wî bi baldariyeke tam tê hêvişandin û dê muhasebeya wî bê dîtin.   

   Gelo ev însan dibêje qey wê wisa serberdayî bimîne? Haşa! Belkî însan namzetê ebedê ye û berendamê seadeta ebedî ye û şeqaweta ebedî ye. Biçûk, mezin, gelek hindik dê ji her emelê xwe muhasebeyê bibîne. Yan dê dilê wî bê xweşkirin (teltîfkirin), yan jî dê sîleyê bixwe.   

   Va ye, şahidên cilweya mezin a hafiziyetê û heqîqeta ayeta navborî nayên hed û hesabê. Şahidê ku me di vê meseleyê de nîşan dayîn ji deryayê dilopek e û ji çiyayê zerreyek e.

سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ

***

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat