Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

neynikê de cilweya wê heye ku ji ber ehmeqiyê rûyê wê hezkirinê vegeriyaye derekî din. Madem wisa ye, bêje “Ya Baqî entel-Baqî.” Yanî madem tu heyî û baqî yî, fena û ‘edem çi bixwazin bila li me bikin, xem nake!    

   Remza Sêyemîn: Ey însan, rewşeka gelek sosret a ku Fatirê Hekîm xistiye di mahiyeta te de eve ye ku: Carinan tu di dinyayê de bi cî nabî, wekî wî merivê ku di zindanê de qirika wî hatî şidandin dibêjî “of, of” û tu dereke ji dinyayê firehtir dixwazî jî, lê tu dikevî nava karekî biçûçik, bîranînekê, deqîqeyekê de û bi cî dibî. Ew qelb û fikra te ya ku nikarin di vê zir dinyayê de bi cî bibin, di wê zerekokê de bi cî dibe. Bi hestên xwe yên herî dijwar di wê deqîqeyokê de, di wê bîranînokê de digerî.   

   Hem cîhaz û letîfe manewî yên wisa dane mahiyeta te ku, hinek ji wan eger dinyayê dabelihînin têr nabin, hinek jî nikarin zerreyekê di xwe de bi cî bikin. Ser, dikare ritlek kevir hilgire jî, lê çav nikare mûyekî rake; digel wê çendê, ew letîfe xwe li ber giraniyeke bi qasî mûyekî, yanî rewşeke biçûk a ku ji xeflet û delaletê tê, nagre. Heta carinan vedimire û dimire. Madem wisa ye, li xwe miqate be, bi baldarî gavan bavêje, ji noqbûnê bitirse. Di pariyekî, di peyvekê, di teneyekê, di nîşanekê, di tîrêjekê û di maçekê de noq mebe! Letîfeyên xwe yên mezin yên ku dinyayê dadibelihînin, di wê de noq meke! Ji ber ku tiştên gelek biçûk hene, ku ji aliyekî ve yên gelek mezin dadiqurtînin.

   Wek çawa asîman digel stêrên xwe bi hev ra di parçeyeke cama biçûk de xerq dibe. Wek çawa di quweya hafizeya te ya bi qasî xerdelê biçûk e de piraniya rûpela emelên te û exlebê rûpelên temenê te dikevin tê de; gelek tiştên cuz’î, biçûk hene, ji aliyekê ve tiştên wisa mezin dadiqurtînin, dixin nava xwe.    

   Remza Çaremîn: Ey însanê dinyaperest! Ev dinyaya te ya ku tu gelek fireh disêwirînî di şûna goreke teng de ye. Bes ji ber ku dîwarên wê odeyê yên wekî wê gora teng, ji şîşeyê ne, di nav hev de şewqê didin hev, heta çav dibîne fireh dibe. Ku wekî gorê teng e jî bi qasî bajarekî fireh dixuye. Ji ber ku raboriya ku dîwarê rastê yê wê dinyayê ye û îstiqbala ku dîwarê wê yê çepê ye, herdu jî nînin û ne mewcûd in jî, di nav hev de şewqê didin hev (în‘iqas) û baskên dema hazir a ku gelek kurt û teng e, vedikin. Heqîqet tevlî xiyalê dibe; tu dinyayeke neyî (me’dûm) heyî zen dikî. Wek çawa, xetek bi hereketeke lez wekî zemînekê (seth) fireh dixuye jî, heqîqeta wicûda wê, xeteke zirav e. Dinyaya te jî di rastiyê de teng e, bes bi xeflet û wehm

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat