Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Û min digot ku: “Eger evana nebana, belengazekî mîna min ê nîv-umî wê çawa xizmet bikira?” Paşê min fêm kir ku piştî nîmeta qudsî ya we ya bi wasîteya qelemê qenciya serkeftina vê xizmetê daye min jî. Herdukan îqtîran kiriye, nabin îleta hevdu. Ez ne ku spasiya we dikim, belkî ez we pîroz dikim. Hûn ji dêl minêdariya min bikin, dua bikin û tebrîk bikin.    

   Di vê Meseleya Çaremîn de tê zanîn ka çiqas dereceyên xefletê hene.    

   Meseleya Pêncemîn: Wek çawa eger malê cemaetekê ji merivekî re bê dayîn dibe stem. Yan jî eger merivek weqfa cemaetekê zeft bike stemê dike. Eynê wisa, eger encama ku ji xebata cemaetekî çêbûyî yan jî rûmet û fezîletka ku bi qenciya cemaetê çêbûyî ji serok yan jî ji ustadê wê cemaetê re bê dayîn, hem ji cemaetê re hem jî ji ustad yan jî ji serokî re stem e. Ji ber ku enaniyetê razî dike, ber bi quretîtê ve diajo. Wî ji dergevantiyê dide zenkirin ku ew padîşeh e. Hem stemê li nefsa xwe bixwe jî dike. Belkî rê li ber çeşîdekî şirka veşarî (xefî) vedike.   

   Belê, serdarê tabûrekê nikare xenîmet û serkeftin û rûmeta wê tabûra ku kelehek fetih kirî bistîne (bide xwe). Erê, divê ustad û murşid mesder û menbe‘ neyên qebûlkirin; belkîb divê mirov zanibe ku ew mezher û me‘kes in. Wek mînak, tîn (heraret) û ronahî bi wasîteya neynikekê ji te re tê. Tu jî ji dêl minetkariya hemberî rojê bikî, neynikê mesder qebûl bikî, rojê ji bîr bikî û minetkarê wê (neynikê) bî, ev dînîtiyek e. Belê, divê neynik were parastin, ji ber ku ew mezher e.   

   Va ye giyanê murşidî û qelbê wî neynikek e, ji bo feyza ku ji Cenabê Heq tê dibe me‘kes, dibe wesîle ku ronahiyê bide murîdê xwe. Ji wesîlebûnê pê ve ji aliyê feyzê ve divê meqam jê re neyên dayîn.

   Heta carinan çêdibe ku ustadekî ku mesder tê qebûlkirin ne mezher e, ne mesder e. A rast murîd bi wê sefweta îxlasa xwe, bi hêza îrtîbata xwe û bi hesrê nezera xwe ya bi wî wan feyzên ku ji rêyeke din wergirtî ji neynika giyanê ustadê xwe hatî dibîne. Wek çawa, hinek mirov bi wasîteya manyetizmê bala xwe zêdê zêde didin ser camekê, di xiyala wî de ji alema mîsalê re paceyek vedibe, di wê neynikê re gelek tiştên ecêb dibîne. Hal bi hal, ne di neynikê de, belkî bi wasîteya diqeta nezera wî ya neynikê ye ku dibîne ku derveyî neynikê paceyek ji xiyala wî re vebûye. Ji ber hindê ye ku carinan dibe ku murîdekî xalis ê şêxekî naqis ji şêxê xwe bêhtir kamil be. Û vedigere şêxê xwe îrşad dike û dibe şêxê şêxê xwe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat