Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Nexwe, pêwist e hem yê dide bêje bîsmîllah, hem yê distîne bêje bîsmîllah. Eger ew nebêje Bîsmîlah, lêbelê tu jî hewceyê standina wê yî, tu bêje Bîsmîlah, li ser serê wî destê rehmeta îlahî bibîne, şukir bike û maç bike, ji wî bistîne. Yanî, ji nîmetê binêre în’amê, ji în’amê Mun‘îmê Heqîqiyî bifikire. Ev fikirîn şukrek e. Paşê tu bixwazî ji wê wasîteya zahirî re duayê bike; ji ber ku ew nîmet bi destê wî ji te re hate şandin.    

   Ya ku yên esbabê zahirî diperêsin dixapîne ew e ku du tişt vêkre tên yan jî bûna wan a vêkra ye ku jê re îqtîran tê gotin, tê zenkirin ku ji hevdu re ‘illet in. Hem, ji ber ku tunehiya tiştekî, dibe ‘iletê tunehiya nîmetekê, zen dike ku hebûna wî tiştî jî, îletê hebûna wê nîmetê ye. Şukirdariya xwe û minetdariya xwe dide wî tiştî, dikeve nava şaşiyê. Çunkî hebûna nîmetekê, hemû muqedemat û şertên wê nîmetê dixwaze. Halehal, nebûna wê nîmetê bi nebûna (edema) şertekî bi tenê dibe. Wek mînak, ew merivê ku serê sikrê/cuhoka ku bexçeyekî av dide veneke, dibe sebeb û ‘illetê hişkbûna wî baxçeyî û tunebûna wan nîmetan. Feqet, hebûna nîmetên wî bexçeyî, ji bilî xizmeta wî merivî, digel ku girêdayî bi sedan şertan e jî, lê bi iletê heqîqî -ku qudret û îradeya rebanî ye- tê wicûdê. Vêca zanibe ku ev mexleteya han xetaya wê çiqas zahir e, û zanibe ka esbepberest jî çiqas di nav şaşiyan de ne. Erê îqtîran (hatina du tiştan a bihev ra) cuda ye, nîmet cuda ye. Ji te re nîmetek tê. Lêbelê, niyeta merivekî ya qenciya bo te ji wê nîmetê re bûye muqarin, lê nebûye sebeb (ilet.) İlet, rehmeta îlahî ye. Belê eger wî zilamî niyeta qenciyê neanibûya, ew nîmet bo te nedihat, ji bo neyîna (edema) nîmetê dibû ‘illet. Lêbelê li gor wî qaîdeyê navborî ew meyla qenciyê nabe ku bibe ‘illeta wê nîmetê. Bes ji sedan şertan dibe ku bibe şertek.    

   Wek mînak, di nav şagirdên Rîsaleyê Nûrê de hin zatên gihîştî nîmeta Cenabê Heq (wek Xusrew, Refet) îqtîran tevlî ‘illetê kirine, ji Ustadê xwe re minetkariyeke zêde nişan didan. Halehal, Cenabê Heq ew nîmeta îstîfadeyê ya bi dersa Qur’anê dayî wan û îfadeya nîmetê ya ji Ustadê wan re îhsan kirî kiriye yek, muqarenet daye. Ew dibêjin:   

    “Eger Ustadê me nehatibûya vêderê, me nedikariya ev ders wergirtana. Nexwe, îfadeya wî ‘illeta îstîfadeya me ye.” Ez jî dibêjim:    

   Birano! Ew nîmeta ku Cenabê Heq dayî min jî û dayî we jî pevre hatiye. İleta herdu nîmetan jî rehmeta îlahî ye. Min jî wekî we îqtîran û ‘illet tevlî hev dikir; demekê min hîs dikir ku gelek minetkariyê li sedan şagirdên Rîsaleyên Nûrê yên wekî we elmas-qelem bikim.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat