zariya hindik a ji wezîfeya ubûdiyetê tê, di înkarê de xwe dixe hedefa milyonan tengezariyên manewî yên ji wê tengezariyê hê bêhtir. Ji gezdana mêşê baz dide, pêvedana marî qebûl dike. Û hakeza.. Bila ev hersê mînak werin qiyaskirin da raza
بَلْ رَانَ عَلَى قُلُوبِهِمْ
were zanîn.
NUKTEYA DUYEMÎN
Wek çawa di Peyva Bîst û Şeşemîn de raza qederê hatiye beyan kirin, di musîbet û nexweşiyan de ji sê cihetan ve heqê mirovan ê giliyê tuneye.
Ciheta Yekemîn: Xwedê Teala kincê wucûdê yê ku li mirovan kiriye, dike mezherê sen‘etê xwe. Mirovî kiriye modelek, wî kincê wucûdê li ser wê modelê diqetîne, didirû, diguhere; cîlweyên esmayê xwe yên cûrbecûr nîşan dide. Wek çawa navê Şafî nexweşiyê dixwaze, navê Rezzaq jî birçîbûnê dixwaze. Û hakeza.
مَالِكُ الْمُلْكِ يَتَصَرَّفُ فِى مُلْكِهِ كَيْفَ يَشَاءُ
Ciheta Duyemîn: Jiyan bi musîbetan, bi nexweşiyan safî dibe, dikemile, xurt dibe, bi pêşve diçe, encam dide, tekemmul dibe; wezîfeya jiyanê pêk tîne. Ew jiyana ku yeknesak (monoton) li ser doşeka îstîrhetê be, ji wucûdê ku xeyrê mehz e zêdetir, nêzî edemê ku şerrê mehz e ye û diçe wê. Ciheta Sêyemîn: Darê vê dinyayê, meydana azmûnê ye, cihê xizmetê ye; ne cihê lezet û ucret û xelatê ye. Madem cihê xizmetê ye û mekanê ubudiyetê ye; nexwe nexweşî û musîbet bi şertê ku ne dînî bin û li ser sebir bê kirin gelek muwafiqî wê xizmetê û wê ubûdiyetê ye û wê xurt dike. Û ji ber ku her saeteka wê dikeve şûna rojeka îbadetî, êdî divê gilî jê neyê kirin, divê şukir bê kirin.
Belê îbadet du beş in: Beşeka wê mûsbet e, a dî menfî ye. Beşa mûsbetê diyar e; lê heçî beşa menfiyê, mûsîbetzede bi wasîteya nexweşiyan û musîbetan hîs dike ka ew çiqas qels e û çiqas bêçare ye, û berê xwe dide Rebê xwe yê Dilovan û penahî wî dibe û wî difikire û lavayan ji wî dike û ubûdiyeteke xalis dike. Durûtî nakeve vî îbadetî, xalis e. Eger sebir bike, li xelata musîbetê bifikire û şukir bike, wê demê her saeteka wî dikeve şûna rojeke îbadetî. ‘Emrê wî yê kurt dibe ‘emrekî dirêj. Heta qismek wî heye ku deqiqeyek wî dikeve şuna