Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ji wî wirdî re bibe meqsed, yan jî bibe cuz’eke wê meqsedê, (hingê) wê ubûdiyetê piçekî betal dike. Belkî wî wirdê xudan-xasiyet, stewr dihêle, encamê nade.    

   Va ye yên vê razê fêm nakin, mînak Ewradê Qudsî yê Şahê Neq­şebendî ku sed xesiyet û faydeyên wê hene, yan jî Cewşenûl Kebîra ku hezar xesiyetên wê hene, hinek ji wan faydeyan meqsûdû bizat niyet dikin û dixwînin. Wê faydeyê nabînin, wê nebînin û heqê wan ê dîtinê jî nîne. Ji ber ku ew faydeyana nabin ‘ileta wan ewradan û dê ewana qesden neyên xwestin. Ji ber ku ewana bi awayekî fezlî, bêyî daxwaz ji wî wirdê xalis re tên. Eger ew bên niyetkirin îxlasa wê hinekî xera dibe. Belkî ji ubûdiyetê derdikeve, ji qîmet dikeve. Bes evqas jî heye ku ji boyî xwendina van ewradê wisa xudanxesiyet hewceyiya mirovên qels bi teşwîqkar û tercîhkarî heye. Wan faydeyan bibîne, were şewqê, wî ewradî sirf ji boyî rizaya îlahî, ji boyî axretê bixwîne zirarê nade. Hem meqbûl e jî. Ji ber ku ev hîkmet nehatiye fêmkirin, gelek însan hene ku faydeyên ku ji eqtaban, ji selefê salihîn hatine rîwayetkirin nabînin, dikevin nav gumanê, heta înkar jî dikin.    

   Meseleya Sêyemîn:

طُوبَى لِمَنْ عَرَفَ حَدَّهُ وَلَمْ يَتَجَاوَزْ طَوْرَهُ

   Yanî: “Çi xwezî li wî merivî ku xwe nas dike û ji hedê xwe derbas nake.” Wek çawa ji zerreyeke camê, ji dilopeke avê, ji birkekê, ji deryayê, ji heyvê, hetanî gerstêrkan cilweyên rojê hene. Her yek ji wan li gor qabiliyeta xwe şewqa rojê û mînaka wê digre, hedê xwe dizane. Dilopeke av li gor qabiliyeta xwe dibêje: “Şewqa rojê di min de heye.” Bes nikare bibêje “Ez jî wekî deryayê neynikek im.” Eynê wisa, li gor cûrbecûriya cilweya Esmayê îlahî di meqamên ewliyayî de mertebe hene. Her esmayeke îlahî wekî rojekê, ji qelbî hetanî erşî cilweyên wê hene. Qelb jî erşek e. Bes nikare bibêje “Ez jî wekî erşî me.”   

   Va ye yên ji dêl ku qelsî, xizanî, qusûr û kêmasiya xwe ku esasên ubûdiyetê ne zanibin û bi duayê li ber dergehê Ulûhiyetê herin secdeyê; di sûretê naz û fexr de diçin û zerekoka qelbê xwe bi erşî re wekhev digrin. Meqamên xwe yên wekî dilopê tevlî meqamên ewliyayî yên wekî deryayê dikin, bo ku xwe babetî wan meqamên mezin bibînin û xwe di wan meqaman de biparêzin dikevin tesenuat, tekelufa û xodfiroşiya bêmane û gelek muşkîlatan.    

   Welhasil: Di hedîsê de heye ku:

هَلَكَ النَّاسُ اِلاَّ الْعَالِمُونَ وَهَلَكَ الْعَالِمُونَ اِلاَّ الْعَامِلُونَ وَهَلَكَ الْعَامِلُونَ اِلاَّ الْمُخْلِصُونَ وَالْمُخْلِصُونَ عَلَى خَطَرٍ عَظِيمٍ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat