Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   NOTAYA YAZDEHEMÎN: Zanibe ku di îfadeya Qur’ana mu‘cîzul-beyanê de gelek şefqet û dilovanî heye. Ji ber ku piraniya muxatebên wê, xelkê ewam (nexwenda) in. Zêhna wan besît e. Ji ber ku nezera wan nikare tiştên deqîq bibîne, ji bo ku fikra wan a besît razî bike bi caran wan ayetên ku li ser rûyê asîmanan û erdê nivîsandî ne dubare dike, wan herfên gir bi hêsanî dide xwendin.

   Mînak, ayetên aşîkare tên xwendin û tên dîtin ên wekî afirandina asîmanan û erdê û barandina baranê ya ji asîmên ders dide. Di nav wan herfên hûn de kêm caran berê wan dide wan ayetên hûr ên bi herfên hûr hatîn nivîsandin, da ku zehmetê nekêşin. Hem di uslûba Qur’anê de cezaletek, selasetek (ahengxweşî) û fitrîtiyek heye ku herwekî Qur’an hafiz e, ayetên ku di rûpelên gerdûnê de bi qelema qudretê hatî nivîsandi dixwîne. Heçko Qur’an xwendina kîtaba kaînatê ye û tîlaweta nîzamên wê ye û şuûnatê Neqaşê xwe yê Ezelî dixwîne û fiilên wî dinivîse. Eger tu bixwazî vê cezaleta beyanî bibînî, bi dilekî hişyar û medeqiq li fermanên wekî Sûretê Emmeyê û ayetên

قُلِ اللّٰهُمَّ مَالِكَ الْمُلْك

yê guhdarî ke!    

   NOTAYA DUWAZDEHEMÎN: Ey dostên min ên ku li van notayan guhdarî dikin! Zanibin, ez wek dijî adetê, sedema ku ez carcaran lavakirin û niyazên qelbê xwe yên li pêşberî Rebbê xwe dinivîsim ew e ku, dema mirin zimanê min bide sekinandin, ez ricayê ji dilovaniya Xwedayî dikim ku ji dêl zimanê min ve kitêba min bibêje.   

   Erê, di emrekî kurt de tobe û poşmaniyên zimanê min ên demkî, têra kefaretî gunehên min ên bêhed û hesab nake. Zimanê kitêba min a sabit û heta dereceyekê daîmî, hîn bêhtir bi kêrî wî îşî tê. Va ye, berî sêzdeh salan, (Haşiye)  di encama firtoneyeke rûhî ya bi teqûreq de, di hengameya guherîna kenên Seîdê Berê bi guherîna girînên Seîdê Nû de, di wê gava ku ez ji xewa xefeletê ya xortaniyê bi sibeha pîrîtiyê hişyarbûm de, ev munacat û ev dua bi Erebî hatiye nivîsandin. Maneya beşekî wê ya bi Tirkî eve ye:    

Ey Rebbê min ê Rehîm û Xaliqê min ê Kerîm! Bi bijartina min a xerab temenê min û xortaniya min winda bûn, çûn. Ji ber û fêkiyên temen û xortaniyê tişta ku di destê min de mayî gunehên ku elemê dide, elemên ku zilletê dide, wesweseyên ku delaletê dide mane. Û bi vî barê giran, bi vî dilê nexweş û rûyê xwe yê şermokî ve ez nêzî gorê dibim. Em bi çavê xwe dibînin, bi lezûbez û bêyî ku bi aliyê rast û çepê ve biçim,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat