Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

bawermendên li derdora kureya erdê de temesul dike. Wek çawa bi dengvedana peyveka tenê ya Ellahû Ekber’ê Ellahû Ekber ên bêhed û hesab çêdibin, ew zikr û tekbîrên meqbûl asîmanan jî diçinginîne û pêlên xwe berdidin ser alemên berzexê, deng dide.    

   Va ye em ji wî zatê Zulcelalê ku ev erd ji xwe re wisa kiriye sacîd û abîd û ji evdên xwe re kiriye mizgeft û ji mexlûqên xwe re kiriye landik û ji xwe re kiriye tesbîhbêj û tekbîrbêj re, (belê ji wî zatê Zulcelal re) bi hejmara zerreyên erdê hemd û tesbîh û tekbîrê didin û biqasî hejmara mewcûdatî hemd dikin ku em kirine umeta Resûlê Ekrem (s.) ê ku dersa vî cûre îbadetî daye me.    

   NOTAYA DEHEMÎN: Zanibe ey Seîdê xafil û bêserûber! (Yek bixwaze) bigihîje nûra me‘rîfeta Xwedê û lê binêre û di neynikên ayet û şahidan de cilweyên wê bibîne û bi çavikên burhan û delîlan lê temaşe bike pêwist e ew her nureka ku hatî qelbê wî û ji aqilê wî re hatî dîtin bi tiliyên rexneyê kontrol neke û bi destê teredûdê rexneyê lê negire. Ji boyî girtinê destê xwe dirêjî wê nûra ku ji te re ronî bûyî, meke; belkî xwe ji xefleta esbabî derxîne, berê xwe bide wan, raweste. Ji ber ku min çavnêrî lêkir ku şahid û burhanên me‘rîfetulahê sê cûre ne:    

   Beşeke wê wekî avê ye. Tê dîtin, tê hîskirin lêbelê bi tiliyan nayê girtin. Di vê beşê de divê mirov xwe ji xiyalan derxîne û bi temamî noqî wê bibe. Bi tiliyên rexneyê nayê tecesuskirin; (eger) bête kirin wê biherike, bireve. Ew ava heyatê, tiliyan ji xwe re wek cî qebûl nake.    

   Beşa duyemîn wekî hewayê ye. Tê hîskirin lêbelê ne tê dîtin ne jî tê girtin. Tu bi rûyê xwe, bi devê xwe, bi giyanê xwe berê xwe bide wî bayê (nesîmê) rehmetê, xwe deyne pêşberî wê. Destê xwe yê rexneyê dirêj meke, tu nikarî bigrî. Bi giyanê xwe bêhnê bigre/tenefus bike. Eger tu bi destê dudiliyê lê binêrî, destê xwe bavêjî rexneyê, ewê bimeşe, biçe. Destê te bo xwe nake mesken, li wî qaîl nabe. 

   Beşa sêyemîn jî wekî nûrê ye. Dixuye, lêbelê ne tê hîskirin, ne jî tê girtin. Nexwe, tu bi çavê qelbê xwe, bi nezera giyanê xwe, xwe deyne pêşberê wê û çavê xwe bide wê, li bendê bimîne. Dibe ku ew bixwe were. Ji ber ku nûr bi dest nayê girtin, bi tiliyan nayê bidestxistin/nêçîrkirin; belkî ew nûr bi nûra besîretê tenê tê nêçîrkirin. Eger tu destê xwe yê hirs û madî dirêjî bikî û bi pîvanên madî bipîvî, hek venemire jî lê wê xwe veşêre. Ji ber ku nûra wisa, wek çawa di madî de bi hebsê qaîl nabe, nikare têkeve qeydê jî, qebûl nake ku kesîf jê re bibe xwedî û serwer.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat