bûye derbûmesel. Belê eger mirov bala xwe bide bêcanan (cemadat) ên ji hêla îstîdad û qabiliyetê ve noqsan mayî, di tesewurê de mayî û înkîşaf nekirî, di derbasbûna wan a ji tesewurê bo sûretê bîlfîîl ku bi ked û xebateke zêde înbîsat biket de distûreke suneta îlahî ya navborî û helwestek xuya dike. Û ew helwest nîşan dide ku di wê wezîfeya fitrî de şewqek û di wê meseleyê de lezetek heye. Eger wî bêcanî ji jiyana umûmî parek hebe şewq dibe ya wî; yan na, aidê wê tiştê ye ya ku wî bêcanî temsîl dike û nezaret dike. Heta li gorî vê razê, dikare bê gotin ku:
Ew ava letîf û nazik, dema fermana qerisînê wergirt, bi şewqeke ewqas dijwar wê fermanê tîne cî ku hesin diqelişîne, parçe dike.
Nexwe, bi zimanê cemidîn û sermaya binsifrê, dema ji ava di firaxa hesinî ya devgirtî de fermana rebbanî ya “Fireh bibe!” Teblîx bibe, hingê ew ev bi şewqeke dijwar firaxa xwe diqelêşe; hesin xera dike, ew bixwe dibe qeşa. Û hakeza her tiştî qiyasî vê bike ku ji gera rojan û seyr û seyahata wan bigre heta dewr û ger û îhtîzaza zerreyan a wekî Mewlewiyan hemû kar û tevger li ser qanûna qedera îlahî digere û bi emrê tekwînî, ku ji destê qudreta îlahî derdikeve û îrade û emr û ilmî tezemun dike, zuhur dibe. Heta her zerreyek, her mewcûdek, her candarek dişibihe nefereke esker ku wek çawa di artêşê de, di daîreyên cûrbecûr de, nîsbet û wezîfeyên wî neferî yên cuda cuda hene, her zerreyek, her candarek jî wisa ye.
Mînak: Di çavê te de zerreyek, di hucreya çav û di çav de û di damarên rû û di damarên bedenê de ku jê re şerayîn tê gotin nîsbetek û li gorî wê nîsbetê her yekî wezîfeyek û li gorî wan wezîfeyan her yekî feydeyeke wan heye. Û hakeza her tiştî qiyasî wê bike. Li ser vê çendê her tişt ji du aliyan ve ji wucûba wicûda Qedîrê Ezelî re şehadetê dike:
Yek: Bi lîsanê ecza mutleq ku hezaran dereceyan li ser taqeta xwe re wezîfeyan dibîne ji wicûda wî Qedîrî re şahidiyê dike.
Ya duyemîn: Her tişt li gorî distûrên ku nizama alemê teşkîl dike û qanûnên ku muwazeneya mewcûdatê îdame dike tevdigere û bi vî hawî şahidiya wî Elîmê Qedîr dike.
Ji ber ku bêcanek wekî zerreyê û heywaneke biçûk a wekî mêşhingivê nizam û mîzana ku meseleyên girîng û hûr ên Kîtaba Mûbîn in nizanin. Zerreyek camid, heywaneke biçûk a wekî mêşhingivê li ku? Xwendina meseleyên girîng û hûr ên Kîtaba Mûbîn a di destê zatê Zulcelal de ê ku tebeqeyên asîmanan wekî rûpelên defterê