Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

NUKTEYA YEKEMÎN

   Ji dêl nexweşiyên birînên zahirî yên Cenabê Eyûb (e.) nexweşiyên me yên batinî, rûhî û qelbî hene. Eger hundirê me û derveya me cihan li hev biguherin, emê ji Cenabê Eyûb (e.) hê bêhtir birîndar û nexweş xuya bikin. Lewra, her guneheka ku em dikin û her gumaneka ku dikeve serê me li giyanê me û li qelbê me birînan vedikin. Birînên Cenabê Eyûb (e.) gef li jiyana wî ya kurt a dinyayê dixwar. Lêbelê birînên me yên manewî, gefan li jiyana me ya ebedî ya gelek dirêj dixwin. Em hezar qatî ji wî zatê bêhtir hewcedarî munacata Eyûb in. Xasma, wek çawa ew kurmên ku ji birînên wî Hezretî peyda bûyî gihîştibûn dil û zimanê wî; eynen wisa, ew birînên ku ji gunehan peyda dibin û ew weswese û gumanên ku ji birînan çêdibin -neûzû bîllah- xwe digihînin nava qelbî û zerarê didin îmanê û xwe digihînin zewqa rûhanî ya zimanî ya ku tercûmanê îmanê ye û wî zimanî bi awayekî nefretkarane ji zikrî dûr dixin û didin sekinandin. Belê guneh bandorê li ser qelbî dike wî reş dike, reş dike û tarî dike hetanî nûra îmanê jê derxîne. Di her gunehekê de rêyeke bi bal kufrê heye. Eger ew guneh bi îstîxfarê zû neyê tunekirin ne ku kurm, belkî wek marekî manewî yê biçûk bi qelb ve dide. 

   Wek mînak, ew merivê ku guneheka veşarî ya wî bide şermandin bike, dema gelek şerm kir ku xelk pê bihesin, wê demê heyîna firîşte û rûhaniyan lê gelek giran tê. Bi îşareteke biçûk dixwaze wana înkar bike. Hem wek mînak, mirovekî ku guneheka ku dojehê encam dide bike, (ew meriv) her ku gefa dojehê seh bike eger bi îstîxfarê li hemberî wê xwe nexe sîperê, bi hemû giyanê xwe dixwaze ku dojeh tunebe; ji ber vê çendê îşaretek û gumaneke biçûk cesaretê dide wî ku ew dojehê înkar bike.

   Hem wek mînak, merivekî ku nimêja xwe ya ferz nake û wezîfeya xwe ya ubûdiyetê bi cî naîne, ew merivê ku ji ber wezîfenekirineke biçûk a ji amirê xwe yê biçûk erzşikandinek xwarî û xemgîn bûyî, tiraliya ku di hember fermanên dubarebûyî yên Sultanê Ezel û Ebed de ku derbarê ferzê de hatî kirin diltengiyeke zêde dide û ji ber diltengiyê dixwaze û ji hêla manewî ve dibêje ku: “Xwezika ew wezîfeya ubûdiyetê nebaya.” Û ji wê xwestinê daxwazeka înkarê ya bêhna neyartiya manewî ya Xwedê derdikeve holê. Derbarê heyina Xwedê de gumanek bikeve dilê wî (wê demê) meyildarê wê çendê dibe ku wek delîleke qet‘î xwe pê bigre. Deriyekî helaketê yê mezin jê ra vedibe. Ew reben, nizane ku bi wasîteya înkarê ji dêl piçek teng

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat