Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

mirîşkê bigre, heta roj û heyvê her tişt bi lezeteke tam li wezîfeya xwe dixebitin. Nexwe di xizmeta wan de tamek heye ku, ji ber tunebûna eqlê wan, bêyî ku li aqîbet û netîceyê bifikire wezîfeyên xwe mukemel bi cî tînin.    

   Eger tu bibêjî: “Di candarî de lezet mumkin e. Di bêcanan de çawa şewq û lezet dibe?”   

   Bersiv: Bêcan ne li ser hesaba xwe, li ser hesaba esmayê îlahî yên ku di wan de tecelî dike rûmetekê, meqamekê, kemalekê, spehîtayiyekê, întîzamekê dixwazin, lêdigerin. Ji ber ku dema wê wezîfeya xwe ya fîtrî bi cî tîne ji navên Nûrul-Enwar re dikeve hukmê me‘kesekê, neynikekê, ronîdar dibe, tereqî dike.    

   Mînak: Wek çawa dilopek av, zerekoke parçeya camê ew bixwe bêronî ye, bêqîmet e, lê dema bi qelbê xwe yê safî rûyê xwe dide rojê, wê demê ew dilop û ew parçeya camê yên bêqîmet û bêronî ji rojê re dibin wek erşekê û li rûyê te jî dibeşişin.    

   Va ye wekî vê mînakê, zerat û mewcûdat ji aliyê wezîfeperweriya navên zatê Zulcelal ê ku xwediyê cemaleke mutleq û kemaleke mutleq e dibin neynik, wekî wê dilop û wê zerekoka şîşê ji dereceyeke gelek jêr derdikevin dereceyeke zuhûra gelek bilind û ronîdarbûnê. Madem ji aliyê wezîfeyê ve meqameke gelek nûranî û gelek bala digrin, eger mumkin be û qabil be, yanî eger ji jiyana umûmî behremend bin, mirov dikare bibêje ku bi lezeteke zêde wezîfeyên xwe dibînin.   

   Delîleke herî zahir a ku di wezîfeyê de lezet heye: Ka tu li xizmetên organ û hestên xwe binêre. Di wê xizmeta ku ji beqaya şexsî û ji beqaya new‘î re kirî de ji her yek ji wan re lezetên cuda cuda hene. Xizmet bixwe ji bo wan dikeve cihê zewqjêgirtinê. Heta terka xizmetê ji wê organê re cûreke ezab e.

   Hem delîleka herî berbiçav jî, ew weziyetên fedakarane û merdane ne yên ku heywanên wekî dîk û mak-mirîşkên ku di wezîfeyên xwe de nîşan didin, ku dîk digel wê birçîbûna xwe jî, mirîşkan di ser xwe re digre, dema rizq dibîne gazî wan dike; ew bixwe naxwe, dide xwarin. Em dibînin ku ew bi şewq, bi şanazî û bi zewq wê wezîfeyê pêk tîne. Nexwe, di wê xizmetê de lezeteke ji xwarinê zêdetir heye.    

   Hem, mirîşka ku ji çêlikên xwe re şivantiyê dike jî seba xatirê çêlikên xwe canê xwe gorî dike, êrîşî seyî dike. Xwe birçî dihêle, wana têr dike. Nexwe, di wê xizmetê de lezeteke wisa jê distîne ku wê li ser derdê birçîbûnê re û elema mirinê re digre, zêde tê. Makên heywanî, wê dema ku ferxikên wan biçûk in ji ber ku wezîfeya wan e, bi lezet

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat