Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

cuda ye. Nikarin hukmî li nefsûlemrê (rastî bixwe) bikin. Ji ber ku di nefsulemrê de nefî nayê îsbatkirin. Ji ber ku dorpêçî (îhate) pêwist e.

الْعَدَمُ الْمُطْلَقُ لاَ يُثْبَتُ اِلاَّ بِمُشْكِلاَتٍ عَظِيمَةٍ

qaîdeyeke usûlê ye.    

   Erê, eger tu bibêjî ku di dinyayê de tiştek heye, hema tu wê tiştê nîşan bidî bes e. Eger tu bibêjî nîne û tu nefî bikî, pêwist e tu dinyayê hemûyê raçav bikî û nîşan bidî, da ku ew nefî were îsbatkirin.

   Va ye, li ser vê razê, nefîkirina ehlê kufrê ya heqîqetekê di mîsala çareserkirina meseleyekê yan jî derbasbûna di quleke teng de yan jî xweliserdeavêtina xendekê ye ku hezar jî, yek jî yek e. Ji ber ku nikarin ji hev re bibin alîkar. Bes, yên îsbat dikin ji ber ku dinêrin heqîqeta hal a di nefsulemrê de mudeaya (tişta hatî îdîakirin) wan yek e. Hêza wan alîkariya hev dikin. Dişibihe rakirina kevirekî mezin ku çiqas dest pê ve bin, rakirina wê ewqas hêsan dibe û hêzê ji hev distînin.

   NOTAYA HEFTEMÎN: Ey hemiyetfiroşê ku misilmanan zêde zêde teşwîqî (li ser) dinyayê dike û bi darê zorê sewqî huner û tereqiyata biyaniyan dike! Dêhna xwe bidiyê, bila ew rabitayên ku ‘hin ji vî miletê bi dînî bi hev ve hatine girêdan’ qut nebe. Eger wisa wek ehmeqan, ‘bê rûkirin û bêpîvan’ di bin gurzî de rabitaya hinan ji dîn bê qutkirin, wê demê di jiyana civakî de wekî jehra bikuj wê ew bêdînana zerarê bidin. Ji ber ku wîjdana yê murted temam xerabûye, ji jiyana civakî re dibe jehr. Ji ber wê çendê ye ku di ilmê usûlê de “Heqê jiyana murtedî nîne. Eger kafir zimî be, yan jî sulhê/aştiyê bike, heqê jiyana wî heye. Eva, distûreke usûla şerîetê ye. Hem di mezhebê Henefî de şahidiya kafirekî ehlê zimî tê qebûlkirin; lêbelê fasiq şahidiya wî merdûd e. Ji ber ku xaîn e.    

   Ey fasiqê bextreş! Li zêdebûna fasiqan menêre û mexape û mebêje “Fikra pirraniyê digel min e.” Ji ber ku mirovê fasiq bi xwesteka xwe û wî bixwe fisq nexwestiye û neketiyê; belkî ketiyê, êdî nikare derkeve. Tu fasiq nînin ku nexwazin ew salih bin û nexwazin amirê xwe û serokê xwe dîndar bibînin. Îlla kî –ez xwe bi Xwedê diparêzim- wîjdana wî bi îrtîdadê xerabibe, wekî marî kêyfa wî ji jehrîberdanê re were!   

   Ey seriyê dîn û qelbê xerabûyî! Qey tu zen dikî ku misilman ji dinyayê hez nakin yan jî nahizrînin, ku xizan bûne; û hewceyî hişyariyê ne da ku ji dinyayê behra xwe jibîr nekin? Zena te şaş e, texmîna te xelet e. Belkî hirs zêde bûye; ji ber wê dikevin nava

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat