Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

te bikirre, da ku ji te re bihêvişîne, winda nebe. Di pêşerojê de wê buhayeke zêde bide te. Tu leşkerekî wezîfedar û binemr î. Bi navê wî bixebite û li ser hesaba wî kar bike. Ew e yê wan tiştên ku hewceyiya te bi wan heyî wek riziq ji te re dişîne û ji wan tiştên ku taqeta te jê negire te diparêze.

   Meqsed û encama vê jiyana te, mezheriyeteke şûûnat û esmayê wî Malikî ne. Dema musîbetek hate serê te, bibêje:

اِنَّا لِلّٰهِ وَاِنَّا اِلَيْهِ رَاجِعُونَ

Yanî, “Ez di xizmeta malikê xwe de me. Ey musîbetê! Eger tu bi destûr û rizaya wî hatibî, merheba tu bi xêr hatî. Lewra bêguman emê demekê vegerin ba wî û emê herin hizûra wî û em muştaqê wî ne. Madem çawa be wê demekê me ji van teklîfan (karên ku kirina wan zor) azad ke. Dê ey musîbetê, bila ew terxîs û ew azadkirin bi destê te be, ez qaîl im. Eger ji boyî tecrubeya hêvişandina min a emanetî û wezîfeperweriya min ferman û îrade kiribe, bes destûr û rizaya wî nebe ku ez xwe radestî te bikim, heta taqeta min hebe ez emaneta Malikê xwe radestî yê ne emîn be nakim.”   

   Va ye, ka binêre dereceya dersên ku dehaya felsefî û hudaya Qur’anê didin ku ev ji hezar mînakan yek e.

   Belê, heqîqeta halê herdu aliyan bi awayê ku wek berê me beyan kiribû diçin. Bes, di hîdayet û jirêketinê de dereceya mirovan cûr be cûr e, mertebeya xefletê jî cuda cuda ne. Her kes di her mertebeyê de vê rastiyê bi temamî hîs nake. Ji ber ku xeflet hestê betal dike. Di vê demê de ewqas îbtala hîsê kiriye ku ehlê medeniyetê bi êşa vê elema elîm nahesin. Lêbelê bi zêdebûna hesasiyeta ilmî û bi îqazên mirinê ku her roj sîh hezar cenazeyî nîşan dide, ew perdeya xefletê parçe dibe. Hezaran nefrîn û heyf ji yên ku bi taxûtên ecnebiyan û bi fenên wan ên tebîî re diçin delaletê, û yên ku korene wan teqlîd dikin û peyrewiya wan dikin.

   Ey xortên vî welatî! Hewl nedin ku hûn Frengan teqlîd bikin. Gelo piştî ku Ewrûpayê ewqas zordarî û neyartiya we kirî, bi kîjan aqilî hûn li pey sefahet û ramanên wan ên batil diçin û ewleyiyê li wan tînin? Na, na! Yên sefîhane wan teqlîd dikin ne ku li pey wan diçin, belkî bi awayekî bêşiur hûn dikevin nav refên wan û xwe û birayên xwe darde dikin. Bila haya we jê hebe ku her ku hûn wek bêexlaqan li pey wan biçin, hûn di doza hemiyetê de derewan dikin. Ji ber ku li peyçûna we ya bi vî awayî kêmdîtina li hember netewa we ye û tinazeka bi vî miletî ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat