Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Va ye, zanibe ka hîmeta herdu şagirdan çiqas ji hev cuda ne?

   Hem hûn dikarin hemiyet û fedakariya şagirdê felsefeya nexweş û şagirdê Qur’ana Hekîm bi vêya hanê muqayese bikin. Wisa:    

   Şagirtê felsefeyê ji boyî nefsa xwe ji birayê xwe direve, di dijberê wî de dozê vedike.

   Lê heçî şagirdê Qur’anê ye ew hemû evdên salih ên li asîman û erdê ji xwe re wek bira dizane, bi awayekî gelek jidil ji wan re dua dike. Û bi bextwariya wî bextwar dibe. Û di ruhê xwe de li hemberî wan eleqeyeke zêde hîs dike. Hem erş û roja ku tiştên herî mezin in, her yeke ji wan wek karmendên musexer û mîna xwe ebd û mexlûq dizane.

   Hem ‘ulwiyet (balabûn) û înbîsata (firehiya) rûhî ya herdu şagirdan ji vê qiyas bike ku, Qur’an firehî û bilindiyek wisa dixe giyanê şagirdê xwe ku ji dêl tizbiyê nod û neh lib, zerreyên nod û neh aleman ku cilweyên nod û neh esmayê îlahî ne, wek libên tizbiyê dide destê şagirdên xwe û dibêje: “Ewradê xwe bi vêya bixwînin”. Va ye şagirdên mîna Şahê Geylanî, Rufaî û Şazelî ku xwendekarên Qur’anê ne, dema wirdên xwe dixwînin li wan guhdarî ke, li wan binêre. Di destên xwe de zincîra zereyan, libên dilopan, hejmara nefesên mexlûqan girtine, wirdên xwe bi wê dixwînin, zikr û tesbîhên Xwedê didin.   

   Va ye, li terbiyeya mucîzane ya Qur’ana Mucîzulbeyan binêre ku, ev însanê biçûk ê ku bi kedereke gelek hindik û bi xemeke biçûk serê wî gêj dibe û serserm dibe û di hember mîkrobeke biçûk de têk diçe bi terbiyeya Qur’anê çiqas bilind dibe. Û letîfeyên wî çiqas fireh dibin ku mewcûdata vê dinyaya qerase di tesbîhê wirda xwe de kurt dibîne. Û di armanca zikir û wirdê xwe de bihiştê hindik dibîne, digel vê çendê nefsa xwe li ser ya mexlûqa herî biçûk a Xwedê re nabîne. Di nav îzeteke zêde de dilnizmiya zêde kom dike. Şagirtên felsefeyê li gorî vê, çiqas denî û kêmbeha ne tu dikarî qiyas bikî.

   Va ye, ji wan heqîqetên ku dehaya yekçav a felsefeya nexweş a Ewrûpayê şaş dîtî, hudaya Qur’anî ya ku li herdu cîhanan dinêre, bi herdu çavên xwe yên xeyb-aşîna û geş li herdu aleman dinêre, bi herdu destên xwe ji însanî re bextwariya herdukan nîşan dide re dibêje ku:

   Ey însan! Nefs û malê te yê ku di destê te de ne, ne yê te ne, belkî emanetî te ne. Xwediyê wî emanetî Rehîmekî Kerîm e, ku qadirê her tiştî ye û her tiştî dizane. Ew dixwaze wî milkê xwe yê li cem te ji

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat