Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

di hember neyar û hewceyiyên bêhed û hesab de li ber xwe bide. Halehal, sermayeyê wî giyanewerê reben ji hezaran daxwazên wî têra daxwazekî nayê. Dema musîbeteke bê serê wî, ji esbaba kerr û kor pê ve li benda dermanê derdê xwe namîne. Mezherî raza,

وَمَا دُعَاءُ الْكَافِرِينَ اِلاَّ فِى ضَلاَلٍ

dibe.    

   Dehaya te ya tarî roja new‘ê beşerî veguherande şevê. Bes, ji bo ku tu dil li wê şeva bizulm û tarî ronî bikî, te bi lembeyên derewîn û demkî ronî kir. Ew lembeyana bikêf li rûyê mirovan nabeşişin. Belkî ew roniyana li kena eblehane ya mirovî ku di rewşa êşê de ye û diviya jê re bihata girîn, tinazê xwe dike û dikene û kêfa xwe pê vedike.

   Li ber çavê şagirdê te her giyanewerek musîbetzedeyekî miskîn ê ku bi êrîşa stemkaran re rûbirû mayî ye. Dinya maleke mezin a şînê ye. Dengên ku li dinyayê ne waweylayên ku ji mirin û elemê têne ne. Şagirtê te yê ku derseke tam ji te wergirtî dibe fir‘ewnek. Bes, firewnekî wisa zelîl e ku ji tişta herî adî re îbadetê dike û her tişta ku berjewendiya xwe tê de dîtî reb qebûl dike.   

   Hem şagirdê te rikdar e; bes rikdarekî miskîn e ku ji boyî lezetekê zileteke bêhed qebûl dike. Rezîlbûneke wisa nîşan dide ku ji boyî faydeyeke bêqîmet adeta dikare lingê Şeytan maçî bike.

   Hem cebbar e; feqet ji ber ku di qelbê xwe de nuxteyek îstinadê beyda nekirirî, eslinde ew bixwe qureyekî zordes ê xayet qels e.   

   Armanca xebata wî şagirdî ew e ku daxwazên nefsa xwe tetmîn bike û (ew şagird) dekbazekî wisa ye ku di bin perdeya hemiyet û fedekariyê de li menfîeta nefsa xwe digere û hewl dide ku hirs û quretiya xwe aşt (teskîn) bike. Ji nefsa xwe pêve bi awayekî jidil ji tiştekî hez nake, her tiştî gorî nefsa xwe dike.   

   Şagirtê Qur’anê yê xalis û tam, ebdek e. Bes ebdekî ezîz e ku di hember mexlûqata herî mezin jî tenezulî ubûdiyetê nake û menfeteke mezin a wekî bihiştê ji ubûdiyeta xwe re nake mebest. Hem helîm û selîm e. Bes, helîmekî wisa hîmetbilind e ku ji Fatirê xwe yê Zulcelal pê ve, bêyî destûr û fermana wî tenezulî zelîlbûnê nake. Hem xizan e. Bes bi wê xelata ku Malikê wî yê Kerîm di îstiqbalê de jê re kom kirî xizanekî mustexnî ye. Hem hejar e. Bes hejarekî xurt e ku xwe dispêre hêza seyidê xwe yê ku hêza wî bêdawî ye ku, Qur’an ji şagirdê xwe yê rasteqîn re bihişta ebedî jî nake xayeya meqsedê, îca qet dibe ku vê dinyaya zaîl û fanî jê re bike xayeya meqsedê?

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat