Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ey Ewrûpaya duyemîn a xerabûyî! Hin esasên te yên rizî û bêesas evanan in, tu dibêjî ku: “Ji firîşteyê herî mezin bigre hetanî masiya herî biçûk her giyanewerekî xwediyê nefsa xwe bixwe ye û ji şexsê xwe re kar dike û ji boyî lezeta xwe hewl dide. Heqê heyateke wî ya tenê heye. Armanca xebata wî û hedefa wî, jiyin û te’mînkirina beqaya wî ye.” Û distûreke alîkariyê ya ku di erkanê kaînatê de bi îtaeteke tam jê re îmtisal tê kirin heye ku ew jî ji distûrên keremê ya Xaliqê Kerîm e, li gorî vê distûrê nebat li hawara heywanan tên, heywan jî li hawara mirovan tên; te cîlweyên rehîmane, kerîmane yên vê qanûna gelemperî şer zen kiriye û gotiye ku “jiyan têkoşînek e” û bi vî hawî te hukmekî ehmeqane daye.    

   Gelo beza zerreyên xwarinê ya bi şewqeke tam bo xwedîkirina hucreyên bedenê ku cilweyeke wê distûrê ye şerekî çawa ye? Pevçûneke çawa ye? Belkî ew hawar û ew bez alîkirineke bi fermana Rebekî Kerîm e.

   Hem esasekî te yê rizî, tu dibêjî “her tişt xwediyê nefsa xwe ye.” Delîleke qet‘î a ku her tişt ne xwediyê nefsa xwe ye, eve ye ku: Di nav esbabî de yê herî bi rûmet û ji aliyê bijartinê ve yê xudanê vîneke (îradeyeke) fireh însan e. Halehal ji sed cuz’ên efalê îxtiyarî yên zahirî yên vî însanî yên wekî fikirîn û gotin û xwarinê tenê cuz’ekî biguman ji destê îxtiyariya wî re hatiye dayîn û ketiye daîreya îqtîdara wî de. Yê ji sed cuz’ên fê‘la wisa herî xuyayî nebe xwediyê cuz’ekî tenê, çawa mirov dikare bêje “ew bixwe xwediyê xwe ye?” Ku yê herî birûmet û vîna (îradeya) wî herî fireh (ku însan e) destê wî evqas ji teserufata heqîqî û ji temellukê girêdayî be.. Yê bibêje “heywanên dî û yên bêcan (cemadat) xwediyê xwe bixwe ne”, îsbat dikin ku ew ji heywanan bêhtir heywan in û ji bêcanan bêhtir bêcan û bêhiş in.    

   Ya tu avêtî vê şaşiyê û tu xistî vê gerînekê dehaya te ya yekçav e. Yanî zekaya te ya bêyom e. Te bi wê dehaya xwe ya kor Rebê xwe yê ku afirînerê her tiştî ye, jibîr kir, te spart sirûşteke mewhûm û te eserên wî da esbabî, te malê wî Afirînerî li ser taxûtan ku xwedayên batil in, belav kir. Li vir û di nêrîna wê dehaya te de pêwist e her giyanewerekî, her mirovekî, bi tena serê xwe li ber neyarên bêhed û hesab rabe û ji boyî bidestxistina hewceyiyên xwe yên bêdawî hewl bide. Û mecbûr dibe ku bi hêzeke bi qasî zerreyê, bi bijartinek (îxtiyar) wekî têlê zirav, bi hişmendiyek wekî çirûskê zaîl, bi jiyaneke wekî şuleyê zû vemire, bi temeneke wekî deqîqeyekê zû derbas bibe

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat