Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Te bi dehaya xwe ya mîna Decalî ê bi çavekî, ji ruhê beşerî re ev rewşa cehenemî hediye kir. Paşê te fêm kir ku ev nexweşîneke wisa bê dermane ku mirov ji e‘layê îliyînê diavêje esfelê safilînê, dadixîne dereceya herî bedbext a heywaniyê. Dermanê ku te ji vî derdî re dîtî pêlîstikên te yên cazîbedar in ku bi awayekî demkî xizmeta îptala hîsan dikin û her weha hewesat û fenteziyên te yên sersemker in. Ev dermanê te, serê te bixwe! û dê bixwe. Va ye riya ku te ji mirovî re derxistî û bextewariya ku te dayiyê dişibihe vê mîsalê.

   Riya duyemîn ku: Qur’ana Hekîm, bi hîdayeta xwe ji mirovî re diyarî kiriye, wisa ye:

   Em dibînin ku di her qonaxeke wê riyê de, di her mekanekê wê de, di her bajarekî wê de leşkerên sultanekî dadmend li her aliyî hene, digerin. Car caran bi fermana wî sultanî hinek ji wan leşkeran terxîs dikin. Çekên wan, hespên wan û lewazimatên wan ên xezîneya dewletê ji wan distînîn, tezkereya destûrê didin wan. Ew neferên ku terxîs bûyî, çendan ji ber ku hesp û çekên wan ên hînî wan bûyî ji wan hatin standin xemgîn dibin; bes di rastiya xwe de bi terxîsê muferih dibin, ji ber ku vedigerin paytextê padîşahî û serdana padîşahî dikin gelek dilşad dibin. Hin caran karmendên terxîsê rastî neferekî xeşîm tên. Nefer wan nas nake. Dibêjin “Ka çeka xwe radestî me bike” Nefer dibêje:

   “Ez leşkerê padîşahî me, ez di xizmeta wî de me. Paşê ezê herim cem wî. Ji we re çi ye? Eger hûn bi destûra wî û bi rizaya wî hatibin, hûn ser seran, ser çavan hatîn. Ka fermana xwe nîşan bidin. An jî xwe bidin alîkî, ji min dûr bikevin. Ez tena serê xwe bim, hûn hezaran dahî bin, dîsa ezê bi we re şer bikim. Ne ji boyî nefsa xwe, ji ber ku nefsa min ne ya min e, ya sultanê min e. Belkî nefsa min û çeka min ematên xwediyê min in. Ji boyî parastina emanetî û ji boyî hêvişîna heysiyeta sultanê xwe û parastina îzeta wî ezê serê xwe ji we re netewînim.”

   Va ye, hezaran rewşên wisa yên sedema keyf û bextwariyê di vê riya duyemîn de hene ku ev rewş nimûneyeke wan e. Rewşên dî tu qiyas bike. Di rêwîtiya riya duyemîn hemûyê de li ser navê zayînan kombûyineke keyf û sirûr û sewqiyateke leşkerî heye û li ser navê mirinan terxîsateke leşkerî ya bi kêf û bi mizîqe xuya dikin.

   Va ye Qur’ana Hekîm ji mirovî re ev rê diyarî kiriye. Heçî kesê ku vê diyariyê qebûl bike, di vê riya duyemîn a ku wisa diçe bextewariya herdu cîhanan de diçe. Ne ji ber wê tişta bihûrî xemgîn dibe û ne jî ji wê tişta bê ditirse. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat