Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

muzir û şaristaniya sefîh di dest xwe de girtî, wisa gotibû:    

   Zanibe, ey Ewrûpaya duyemîn! Tu bi destê xwe rastê felsefeyeke nexweş û jirêketinê û bi destê çepê şaristaniyeke sefîh û zerardar digrî û doz dikî ku: “Bextewariya mirovan bi van herdukan e.” Ev herdu destên te bişikên û diyariya te ya pîs serê te bixwe û wê bixwe!    

   Ey ruhê ku bextbireş ê ku kufr û kufranê belav dike! Ew mirovê ku hem di ruhê xwe de, hem di wîjdana xwe de hem di aqilê xwe de hem di qelbê xwe de bi musîbetên hêwilnak (bidehşet) musîbetzede bûyî û ketî di nav ezabê de, ku bi cismê xwe ve û bi awayekî zahirî têkeve zînet û serweteke xapînok de, gelo bextewariya wî qabil e? Qey mirov dikare jê re bêje bextewar?    

   Gelo ma qey tu nabînî ew mirovê ku ji karekî cuz’î bê hêvî bûyî, ji daxwazeke wehmî hêvîbirrî bûyî û ji ber karekî nemuhîm xeyalşi­kestî bûyî, xiyalên şêrîn êşê didinê, rewşên şêrîn ezabî didinê, dinya lê teng dibe û dibe zîndan. Halehal, tu bi bedyomiya (şeamet) xwe ji wî mirovê reben ê ku di quncika herî kûr a dilê xwe de û ji esasê rûhê xwe derbeya ‘delalet’ê xwarî û ji ber wê jirêketinê hemû daxwazên wî qut bûyî û hemû elemên wî ji wê peyda bûyî (belê tu ji wî mirovî re) kîjan bextewariyê temîn dikî? Gelo ew mirovê ku cismê wî di bihişteke zaîl û derewîn de be û dilê wî û ruhê wî di dojehê de ezabî bikêşe, mirov dikare jê re bibêje bextiyar? Va ye te wisa hiş ji serê însanê reben derxistiye; di nav bihişteke derewîn de ezabeke dojehî pê didî kişandin.    

   Ey nefsa emareya beşerî! Li vê mînakê binêre, zanibe ka tu mirovî ber bi ku ve diajoyî. Mînak, li pêşiya me du rê hene. Em di yekî de diçin. Em dibînin ku serê her gavê mirovekî reben û bêtaqet heye. Zordest êrîşî wî dikin û malê wî rapeç (xesp) dikin û qulûbeya wî xera dikin. Carinan jî birîndar dikin. Di rewşeke wisa de ye ku ji halê wî yê zor re asîman digrî. Li kuderê bê nêrîn ev rewş bi vî awayî diçe. Ew dengên ku di wê riyê de tê sehkirin ji ber ku hengameya zordestane û girîna mezlûman e, şîneke gelemperî wê riyê digre. Însan, ji ber ku ji aliyê însaniyetê ve bi elema xeyrî xwe elemdar dibe, girîftarî elemeke bêhed û hesab dibe. Halehal, ji ber ku wîjdan nikare evqas êş ragire, di wê riyê de ji du tiştan mecbûrî yekî dibe: Yan divê xwe ji mirovatiyê bide alîkî û aliyê hovîtiya bêhed û hesab bigre û xwediyê qelbekî wisa be ku, hema tiştek bi wî neyê bila her kes biçe helakê, ew bi wê neêşê; yan jî pêwistiya qelb û aqilî betal bike.    

   Ey Ewrûpaya ku bi sefahet û delaletê ji dînê Îsewî dûr ketî!

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat