Lem‘eya Duyemîn
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اِذْ نَادَى رَبَّهُ اَنِّى مَسَّنِىَ الضُّرُّ وَاَنْتَ اَرْحَمُ الرَّاحِمِينَ
Ev munacata Cenabê Eyûb (e.) ê lehengê sebrê hem hatiye ceribandin hem jî bandora wê heye. Bes divê em bi awayê ku ji ayetê îqtîbas bikin di munacata xwe de wisa bêjin:
رَبِّ اَِنِّى مَسَّنِىَ الضُّرُّ وَاَنْتَ اَرْحَمُ الرَّاحِمِينَ
Kurtasiya çîroka meşhûr a Cenabê Eyûb (e.) eve ye: Maweyeke zêde di nav gelek kul û birînan de mabû, digel vê çendê dîsa ew, xelata mezin a wê nexweşiyê fikirî û bi sebreke tam tehemul kir. Paşê dema kurmikên ku ji birînên wî peyda bûyî xwe gihandin dilê wî û zimanê wî, ji ber ku ew kurmik bi dil û zimanê wî yên ku cihên zikr û me‘rîfeta îlahî ne ve man, ji tirsa ku wê xerabiyê bidin wezîfeya wî ya îbadetê, yan jî ne ku ji ber îstîrheta xwe belkî ji boyî ubûdiyeta îlahî got: “Ya Reb! Zerar giha min. Ji aliyê zimanî ve xerabiyê dide zikrê min, ji aliyê dil ve xerabiyê dide ubûdiyeta min.” Bi vî hawî munacat kir. Cenabê Heq, ew munacata ku xalis û safî û bêxerez û bo Xwedê bû, bi awayekî gelek xarîqe qebûl kir. Tendurustiya wî dayê û ew mezherê merhemeta xwe ya cûrbecûr kir. Va ye di vê Lem‘eyê de “Pênc Nukte” hene.