Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

wê mîqyas û bi wê pîvana ku neynikê dayiye ne. Jiyana te û temenê te neynik e. Stûna dinyaya te û neynika wê û navenda wê, temenê te û jiyana te ye. Ji ber ku mimkun e ku di her deqîqeyekê de ew xanî, ew bajar û ew bexçe bimirin û wêran bibin, di rewşeke wisa de ne ku di her deqîqeyekê de li ser serê te de werin xwarê û qiyameta te rakin. Madem wisa ye, naxwe barê ku tu nekaribî bikêşî û rakî li jiyana xwe û li dinyaya xwe bar meke.

   NOTAYA ÇAREMÎN: Zanibe ku, bi giştî adeteke Fatirê Hekîm e: Tiştên girîng û hêja bi eyniyê îade dike. Yanî, nûbûna tiştan a bi mislê wan, di veguhêrana demsal û sedsalan de ew tiştên hêja û girîng bi eynê xwe îade dikin. Di hemû heşrên rojane, salane û sedsalane de ew qaîdeya adetulahê bi pirranî birêkûpêk dixuye.

   Va ye li ser vê qaîdeya sabit emê bibêjin: Madem bi îtîfaqa fenan û bi şahidiya ilman mêweya herî mukemel a dara xulqiyetê mirov e; û di nav mexlûqan de yê herî girîng mirov e; û di nav mewcûdatê de yê herî hêja mirov e; û ferdekî mirov di hukmê new‘ekî candarên dî de ye; bêguman wê bi hedseke qet‘î hukim bê dayîn ku; di heşr û neşra mezin de her ferdekî mirovî wê bi eynê xwe, bi cismê xwe, bi navê xwe, bi resmê xwe were îadekirin.

   NOTAYA PÊNCEMÎN: Ji ber ku fen û şaristaniya (medeniyet) Ewrûpayê hinekî di ramana Seîdê Berê de cî bûye, Seîdê Nû dema di herekata fîkrî de digere, fen û şaristaniya Ewrûpayê di wê geşta qelbî de vediguhere nexweşiya qelbî û bêhtir dibe sedema muşkîlatê, ji ber wê çendê, bi mecbûrî, dema Seîdê Nû xwest ku zêhna xwe daweşîne û felsefeya pîs û şaristaniya sefîh jê bavêje, da ku hestên xwe yên nefsî yên di rûhê xwe de ku di lehê Ewrûpayê de şehadet didan, bide aşkirin, mecbûr maye ku bi şexsê manewî yê Ewrûpayê re wê axaftina bê bike, ku (ew axaftin) ji aliyekê ve gelek kurt e, ji aliyekê ve dirêj e.    

   Bila şaş neyê fêmkirin, Ewrûpa dudu ne.    

   Yek ji wan: Bi wê feyza ku ji dînê rasteqîn yê Îsewîtî û ji Îslamiyetê wergirtî, sen‘etên menfîetdar ên ji jiyana civakî ya mirovan re û fenên ku xizmetê ji dadmendî û heqaniyetê re dike dişopîne ku ew Ewrûpaya yekemîn e, ez bi wê re naaxivim. Bbelkî ez bi Ewrûpaya duyemîn a xerabûyî re diaxivim ku ew cûre Ewrûpa bi tarîtiya felsefeya tebîî xerabiyên şaristaniyê qencî zen dike û mirovan ber bi sefahet û delaletê ve diajo. Wisa:

   Wê demê min di wê geşta rûhî de, di hember şexsê manewî yê Ewrûpayê ku xêncî qenciyên şaristaniyê û fenên menfeetdar, felsefeya

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat