Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

qelbê xwe pê ve girêbidî. Nexasim, ne karê aqil e ku tu bi tiştên fanî yên ku bi hilweşîna sedsala te, te diterikîne û pişta xwe bide te, nexasim di rêwîtiya berzexê de hevaltiya te neke, xasma hetanî ber deriyê gorê bi te re neyê, nexasim di nava salekê-duduyan de bi veqetîneke ebedî ji te veqete û gunehên xwe têxe stûyê te, nexasim ji eqsê te de, di dema çêbûnê de te biterikîne re qelbê xwe girêbidî.    

   Eger aqilê te hebe; ew karên ku di înqilabên axretê û di weziyetên berzexê de û di bin keftûleftên înqîlabên dinyayê de dipelçiqin, xera dibin û nikarin di rêwîtiya ebedî de hevaltiya te bikin tu dest ji wan karan berde, girîngiyê nede wan û ji ber zewala wan xemgîn mebe.    

   Ka tu li mahiyeta xwe binêre ku: Di nav letîfeyên te de letîfeyeke wisa heye ku ji ebediyetê û ji Zatê Ebedî pê ve nikare qenaeta xwe bi kesekî bîne. Ji wî pê ve nikare berê xwe bide yekî dî; tenezulî masîwaya wî nake. Tu hemî dinyayê bidiyê nikare hewceyiya wî ya fitrî têr bike. Ew tişt jî, sultanê hest û letîfeyên te ye. Îtaeta wî sultanê xwe yê ku mûtîê fermana Fatirê Hekîmê te ye, bike û azad bibe.

   NOTAYA DUYEMÎN: Di xewneka rasteqîn de min didît ku ez ji însanan re dibêjim:

   “Ey însan! Ji distûrên Qur’anê ye ku ji masîwaya Xwedê Teala çi tiştî, qasî ku tu jê re îbadetê bikî de ji xwe mezintir zen meke. Hem tu xwe ewqas mezin neke ku tu xwe li ser her tiştî re qure bikî. Ji ber ku wek çawa mexlûqat ji aliyê dûrbûna ji mabûdiyetê ve wekhev in, her weha nîsbet mexlûqiyetê ve jî yek in.”

   NOTAYA SÊYEMÎN: Ey Seîdê xafil! Vêya zanibe ku tu bi xeleta hîsî, vê dinyaya xayet demkî, nemir û daîmî dizanî. Ji ber ku dema tu li derdora xwe û li dinayayê dinêrî tu wana parîkê sabit û berdewamî dibînî, tu nefsa xwe ya fanî jî bi wê nêrînê sabit dihesibînî; ji ber hindê tu ji rabûna qiyametê tenê dikevî nav dehşetê. Qaşo tuyê heyanî qiyamet rabe bijî, tu tenê ji wê ditirsî. Hişê xwe bide serê xwe. Tu û dinyaya te ya xusûsî her demê bi derbeyên zewal û fenayê re rûbirû ne. Ev xeletbûna te ya hîsî û muxaletaya te dişibihe vê mînakê ku:    

   Merivek neynika di destê xwe de dide xaniyekê yan jî bajarekî yan jî bexçeyekî, wê demê xaniyek, bajarek yan jî bexçeyeke mîsalî di wê neynikê de dixuye. Dema hereketeke hindik û guhertineke biçûk bête serê neynikê, geremolek û tevliheviyeke dikeve wî xaniyî, wî bajarî û wî bexçeyê mîsalî. Dewam û beqaya wî xaniyî û wî bajarî û wî bexçeyê rasteqîn ên derve faydeyê nade te. Ji ber ku ew xaniyê ku di neynika destê te de ye û ew bajar û ew bexçeyê ku aidî te ne bes bi

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat