bibînî, tuyê bêjî
فَتَبَارَكَ اللّٰهُ اَحْسَنُ الْخَالِقِينَ
Wê şûşeya neynikê bibe tebeî, wê şûşe endîrekt bikeve ber çavê te. Va ye di sûretê pêşî de şûşeya neynikê maneya îsmî ye. Re’fet dibe maneya herfî. Di sûretê duduyê de şûşeya neynikê maneya herfî ye, yanî ne ku ji boyî wê lê dihêt nihêrîn, ji boyî maneyeka dî lê dihêt nihêrîn ku ya di nava wê de eks e. Heçîke akîs e maneya îsmî ye. Yanî, ji aliyekê ve daxilî tarîfa ismî ya
دَلَّ عَلَى مَعْنًا فِي نَفْسِهِ
ye. Û heçîke neynik e, dibe masedeqê tarîfa herfê ya ku
دَلَّ عَلَى مَعْنًا فِي غَيْرِهِ
ye.
Kaînat, bi nezera Qur’anî tevekê mewcûda wê herf in, bi maneya herfî maneya yên dî îfade dikin. Yanî esmayê wê û sîfetên wê didin zanîn. Felsefeya bêrûh bêhtir bi maneya ismî dinêrin, dikevin teqna tebî‘etê. Werhasil… niha dema min a zêdeaxaftinê nîne. Heta ez nikarim parçeya herî girîng, herî hêsan û herî dawî ya Fîhrîsteyê jî binivîsim.
Silavan li hevalên xwe yên dersê, taybet li Xusrew û Bekir û Ruştî û Lutfî û Şêx Mustefa û Hafiz Ehmed û Sezaî û Muhemedan û Xoceyan bike û ez ji masûmên bimbarek re ên di mala te ne dua dikim.
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Birayê we
Seîdê Nûrsî