Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

û miletên mezlûm de dibe perde û ji êrîşên xedaran re dibe asteng, hatiye danîn; eynen wisa jî gelek cîhangîrên mîna Îskenderê Rûmî û padîşahên xurt ji aliyê madî ve û hinek enbiya û eqtab ku padîşahên alema manewî yên însaniyetê ne jî ji aliyê manewî û îrşadê ve li pey wî Zulqerneynî çûne û bûne peyrewê wî û di nav çiyayan de sed, (Haşiye) paşê jî li ser serê çiyayan keleh çêkirine ku eva hanê çareyên girîng in ku mezlûman ji zaliman xilas dikin. Yan bi hêzên xwe bixwe yên madî yan jî bi îrşad û tedbîrên xwe çêkirine. Paşê li hawirdorê bajaran sûr û di nava wan de keleh, ta wek çareya dawî topên çilûduduyî û dîrîtnotên mîna kelehên seyar çêkirine. Heta ji bo rawestandina êrîşên qewmên wehşî û zalim ên ji pişta çiyayên Hîmalaya derketî û çend caran alema mirovayiyê srûbin kirî, û ji rojhilatê hetanî rojavayê wêran kirî, ku bi lîsanê Qur’anê ji wan re Ye’cûc û Me’cûc û bi gotineke din, bi lîsanê tarîxê ji wan re Mençûr û Moxol tê gotin, belê ji bo ku êrîşên wan yên li ser qewmên mezlûm ên Hind û Çînê bide rawestandin, di navbera herdu çiyayên ku nêzî silsileyên Hîmalayayê ne Bedena Çînê çêkiriye ku ew bedena han bedena herî navdar a dinyayê ye û çend rojekan mesafeya wê heye. Û gelek caran ji êrîşên zêde yên wan qewmên wehşî re bûne asteng û her weha ji bo ku êrîşên qewmên Tataran ên talanker bidin rawestandin bi alîkariya padîşahên Îranê yên berê yên Zulqerneyn-mîsal, li çiyayên Qefqasê, li aliyê Derbendê sed hatine çêkirin. Gelek Sedên wisa hene. Qur’ana Hekîm ji ber ku bi hemû new‘ê beşerê re diaxive, bi awayekî zahirî behsa hedîseyeke cuz’î dike û hemû hedîseyên mîna wê bibîr dixe û diaxive. Va ye ji ber vê çendê ye ku rîwayet û gotinên mufesiran ên derbarê Sedê de û derbarê Ye’cûc û Me’cûc de cuda cuda ne.

   Hem Qur’ana Hekîm ji aliyê munasebeta kelamê ve ji hedîseyekê xwe diavêje hedîseyeke dûr. Yê vê munasebetê nezanibe dibêje qey zemanê herdu hedîseyan nêzîkî hev e. Va ye ya ku Qur’an ji wêranbûna Sedê behsa rabûna qiyametê dike, ne ji aliyê nêzîkatiya zemanî ve ye, belkî ji aliyê munasebeta kelamê ve ji bo du nukteya ne. Yanî, wek çawa ev sed wêran dibe, eynen wisa jî: Dê dinya jî xera bibe. Hem, wek çawa ev çiyayên ku sedên fitrî û îlahî ne, metîn in, bes dema qiyamet rabe wê xera bibin; eynen wisa jî ew seda hanê jî wek çiyayî metîn e, bes dema dinya xera bibe wê bibe erd û ax. Ev tê wê maneyê ku înqilabê zemanî texrîbatê bikin jî gelekên wan tekûz dimînin. Belê Seda Çînî ku ferdek ji kuliyeta Seda Zulqerneyn e, hezaran sal

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat