PIRSA ÇAREMÎN A MERAQDAR
Wisa dibêjin: Madem di destê we de nûr heye, gurz tuneye; di hember nûrê de muareze nayê kirin û mirov ji ber nûrê nareve û ji îzhara nûrê zirar nayê. Çima hûn tewsiyeya îhtiyatê li hevalên xwe dikin? Hûn nahêlin ku Rîsaleyên gelek binûr nîşanî xelkê bidin?
Bersiveke kurt a vê pirsê eve ye: Gelek rayedar serxweş in, naxwînin. Bixwînin jî fêm nakin. Maneyeke şaş didinê û belaya xwe lê didin. Ji bo ku belaya xwe lênede, heta ku aqilê wan bête serê wan pêwist e em nîşanî wan nedin. Hem gelek mirovên bêwîjdan hene ku ji ber kînê yan ji ber temayiyê yan jî ji ber tirsê nûrê înkar dikin yan jî çavê xwe digirn. Ji ber wê çendê ez li birayên xwe tewsiye dikim ku; bila îhtiyatê bikin, bila heqîqetan nexin destê naehlan. Hem bila karên wisa nekin ku ewhamên ehlê dinyayê tehrîk bibin. (Haşiye)
Dûmahîk
Îro, min nameya Re’fet Beg wergirt. Zemanekî min hêvî dikir ku dê terka sualan bike, lê dîsa sualek kiriye. Ji ber dan-nivîsandinê zehmetiyê dikêşim, lê werhasil... Bi munasebeta pirsa wî ya derbarê lihyeyê şerîf (riya bimbarek) de ez wisa dibêjim:
Bi hedîsê sabit e ku tayên mûyê riha bimbarek a Resûlê Ekrem (s.) hindik in. 1 Bi qasî sîh, çil yan jî pêncî, şêst tayan in, digel vê çendê li hezaran deran mûyê riha bimbarek hene, eva hanê demekê ez gelek dame fikirandin. Wê demê wisa hat bîra min: Lihyeyê Seadet ne hema mûyên riha bimbarek tenê ne, belkî her ku serê bimbarek hatiye qusandin, sehabeyên ku tiştekî wî winda nekirine ew mûyên wî yên nûranî, bimbarek û yên daîmî zînde parastine. Ewana hezaran in. Biqasî yên îro hene, tên.