Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

lewma bi çi awayî be bila be, divê em nenêrin gurzê siyasetê.    

   Bes heçî pêwistiya cîhada madî ye, wezîfeya wê niha ne li cem me ye. Belê, li gorî ehlê wê, ji bo pêşîlêgirtina êrîşên kafir û murtedan, gurz pêwîst e. Bes du destên me hene. Eger sed destên me jî hebin zor têra nûrê bike. Me ew destê ku gurzî bigre tuneye!

   PIRSA SÊYEMÎN A MERAQDAR

   Van nêzîkan ji ber ku dewletên biyanî yên wek İngilîz û Îtalya belaya xwe li hikûmetê dabûn, dikariya hamiyeta Îslamî ya ku ji berê û pê de nuqteya îstînada rasteqîn ya hikûmeta vî welatî ye û menbea quweta wê ya manewî ye bianiya heyecanê û hinekî bibûya sedema îhyakirina nîşaneyên Îslamê û hinekî bibûya sedema def’a bid‘eyan, lê eva hanê nehat kirin çima tu bi dijwarî hember herbê derketî û te dua kir ku ev pirsgirêk bi asayişê çareser bibe û bi awayek dijwar tu bûyî alîgirê hikûmetên bid‘ekeran? Heçî eva hanê ye, ji aliyekê ve dibe alîgirtina bid‘eyan?

   Bersiv: Em ferec û refah û sirûr û fufûhatê dixwazin; bes ne bi şûrê kafiran. Şûrê kafiran serê wan bixwe; ew faydeya ku ji şûrên wan bê ji me re ne pêwist e. Jixwe, yên ew munafiq museletî ehlê îmanê kirî û ew zindîq perwerde kirî û gihandî, ew mutemeridên ecnebî ne.    

   Hem belaya herbê jî ji xizmeta me ya Qur’anê re zerereke zêde ye. Ji ber ku piraniya birayên me yên fedakar û hêja ‘emrê wan di bin çil û pêncan re ye, ji ber herbê mecbûr in ku dest ji wezîfeya pîroz a Qur’anî berdin û biçin leşkeriyê. Eger diravên min hebana, ji bo ku van birayên xwe yên wisa hêja ji leşkeriyê xilas bikim, bedelê leşkeriya her yekî ji wan welew hezar lîre jî bana, min ê bi dilxweşî dabaya.    

   Ji ber wan bi sedan birayên min ên wisa hêja ku dest ji xizmeta Qur’ana Nûriye berdidin û destê xwe diavêjin gurzê cîhada madî, ez hîs dikim ku sed hezar zerera me çêbûye. Heta ew herdu salên leşkeriya Zekaî dibe ku hezar lîre faydeya manewî da windakirin. Em dev ji vê berdin… Qadirê Kulî Şey wek çawa di zerfê deqîqeyekê de asîmanê ku tijî ewr bûyî vedimale, paqij dike û di rûyê asîmanî sayî de roja ronîdar deredixe, eynen wisa jî dikare van ewrên tarî û bêrehmet jî bibe, heqîqetên şerîetê wek rojê nîşan bide û dikare erzan û bê teqereq bide. Em ji rehmeta wî hêvîdar in ku giran nefiroşe me. Bila aqilî bixe serê rayedaran û îmanê bixe qelbê wan, ev bes e. Wê demê wê her tişt xwe bixwe rast bibin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat