Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

cih, êdî ew bûyer jî naqewimin. Bes ew bûyer mîna ecelê mueleq di lewheya mehw û îsbatê ku herwekî di şûna lewheya ezelî ye de wekî muqeder hatiye nivîsîn. Keşf kêm caran heta lewha ezelî diçe. Piraniya wan nikarin biçin heta wêdê.    

   Va ye li ser vê razê, ew xeberên ku di remezana bihûrî de û di Cejna Qurbanê de û di gelek demên dî de, li ser îstîxracê yan jî wek keşfiyatê hatibûn dayîn, ji ber ku mueleq mabûn û şertên wan bi cî nehatibûn, çênebûn; û wan kesên ku ev xeber daye derewkar dernaxe. Lewra muqeder bû, bes ji ber ku şertên wê nehatibûn cî, ew çênebûn.

   Belê, di remezana şerîf de, duaya Ehlê Sunet û Cemaetê ya ji bo rabûna bid‘eyan ku bi gelemperî xalis bû, şeret û sedemeke girîng bû. Mixabin, di remezana şerîf de ji ber ku bid‘e ketine mizgeftan, ew ji qebûlê re bû asteng û ji ber wê çendê ferec nehat. Wek çawa li gorî raza wê hedîsa derbasbûyî, ‘sedeqe belayê def‘ dike’, duaya xalis a ekseriyetê jî fereca umûmî cezb dike. Ji ber ku quweta cazîbe çênebû, futûhat jî nehat dayîn.

   PIRSA DUYEMÎN A MERAQDAR   

   Di nava van herdu mehan de pêwist bû ku min li hemberî rewşeke siyasî ya bikelecan teşebusek kiriba ku bi îhtimaleke mezin wê hem dilrihetiyek dabûya min hem jî wê dabûya birayên min ên bi min re eleqedar in jî; lêbelê min tu qîmet nedayê, belkî min di lehê ehlê dinyayê yên pêstûrî (tezyîq) li min dikirin de fikrek beyan kir. Hin zat di nav heyretê de man. Wisa gotin: “Ew mirovên serê dewletê yên îşkenceyê li te dikin ku ehlê bid‘eyê ne û hinek jî munafiq in qey tu vê siyaseta ku ew taqîb dikin çawa dibînî ku tu çi eleqeya xwe bi wan naînî?”   

   Kurtasiya wê bersiva ku min daye eve ye: “Vî zemanî talûkeya herî girîng a ehlê Îslamê ew e ku qelb bi wê averêtiya ku ji fen û felsefeyê tê xera bibin û îman zerarê bibîne. Çareyeke tenê ya vê heye ew jî, nûr e û divê nûr were nîşandan ku da qelb îslah bibin û da ku îman xilas bibe. Eger mirov pê gurzê siyasetê tevbigere û têkbibe wê ew kafir dakevin dereceya munafiqî. Munafiq ji kafirî xerabtir e. Nexwe gurz di demeke wisa de qelbî îslah nake. Wê demê wê kufir têkeve qelbî û wê xwe veşêre; dibe nîfaq. Hem nûr û hem gurz... Di vî zemanî de yekî wekî min bêçare nikare herdukan bike. Ji ber wê çendê ez mecbûr im ku bi hemû hêza xwe ve xwe bi nûrê ve bigrim,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat