wek çawa şirîk û nazir û dijber û nid tunene, her weha li gorî raza
لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَىْءٌ وَهُوَ السَّمِيعُ الْبَصِيرُ
ê nabe ku sûret û misl û mîsal û şebîhê wî jî hebin. Bes, li gorî raza,
وَلَهُ الْمَثَلُ اْلاَعْلَى فِى السَّمٰوَاتِ وَاْلاَرْضِ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
ê mirov dikare bi mesel û mînakan li şuûnat û sîfet û esmayên wî binêre. Nexwe mesel û mînak ji aliyê şuûnatê ve hene.
Gelek mebestên vê hedîsa şerîf a me behsa wê kirî hene; yek ji wan jî eve ye:
Însan di sûreteke wisa de ye ku tam navê Rehman nîşan bide. Belê me beriya niha jî behs kiribû ku wek çawa di sîmayê gerdûnê de navê Rehman ê ku ji tîrêjên hezar û yek navan tezahur dibe, xuya dike û her weha dîsa wek çawa di sîmayê rûyê erdê de navê Rehman ê ku bi cilweyên bêhed û hesab ên rubûbiyeta mutleq a îlahî tezahur dibe tên nîşandan, ev tê wê maneyê ku di sûretê camie yê însanî de, di pîvaneke biçûk de, mîna sîmayê erdê û sîmayê gerdûnê, dîsa cilweya tam a wî navê rehmanî nîşan dide.
Hem îşareteke ku: Mezherên mîna candar û însanan ku delîl û neynikên Zatê Rehmanurrehîm in, ji Zatê Wacîbul-Wucûd re ewqas delîl in û delîlbûna wan ewqas qet‘î û eşkere û diyar e ku, wek çawa dema aliyê ronî yê neynikê dikeve ber tîmsala rojê, ji roniya wê ya zêde re û ji delaleta eşkerebûna wê re wisa tê gotin: “Ew neynik roj e”, eynen wisa gotina “di însanî de sûretê Rehman heye” jî ji bo destnîşankirina eşkerebûna delaletê û munasebeta wê hatiye gotin û tê gotin. Beşeke mu‘tedil a ehlê wehdetul-wicûdê ji ber vê razê û ji ber eşkerebûna delaletê û ji ber ku munasebeta di navbera wan de hinde zêde ye, loma weke înwanekê ev gotine: