karibe ku zerarên îstiqbala me û dinyaya me û hewaya nefsa me ya ku di dijberiya me de li hev kirine biqewirîne ew zat e ku, îstiqbal di bin fermana wî de be, dinya di bin hukmê wî de be, nefsa me di bin îdareya wî de be. Gelo ji bilî Afirînerê asîmanan û erdê kîjan sebeb heye ku xatiratê herî hûr û herî veşarî yê qelbê me bizane, îstiqbala me bi îcadkirina axretê rohnî bike û (me) ji sed hezaran pêlên xenîqok ên dinyayê biparêze? Haşa! Ji bilî zatê Wacîbul-Wucûd tu tişt (tu kes) ji tu aliyan ve bêyî destûr û vîna wî nikare were hawarê û nikare bibe xilaskar. Madem heqîqeta hal ev e. Wek çawa di encama wê munacatê de masî ji Hezretî Yûnis (e.) re bû merkûb (lêsiwark) û bû keştîbinav (tehtel-behr), û derya bû beyabaneke xweş, û şev bû taveheyveke xweş. Divê em jî bi raza wê munacatê bibêjin
لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اَنْتَ سُبْحَانَكَ اِنِّى كُنْتُ مِنَ الظَّاَلِمِينَ
û em nezera merhemeta wî bi cumleya
لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اَنْتَ
yê celbî îstiqbala xwe bikin, bi peyva
سُبْحَانَكَ
yê celbî dinyaya xwe bikin, bi fiqreya
اِنِّى كُنْتُ مِنَ الظَّالِمِينَ
ê celbî nefsa xwe bikin. Ta ku îstiqbala me bi nûra îmanê, bi taveheyva Qur’anê ronahî bibe û ew dehşet û wehşeta wê şeva me veguhere ûnsiyet û tenezuhê. Û da ku di vê dinyaya me ya ku her tim bi guherîna mirin û jiyanê cenazeyên bêhed û bêhesab li ser pêlên sal û sedsalan lê suwar bûyî û hatî avêtin bo edemê de em têkevin nava heqîqeta Îslamiyetê ya ku ketî şûna keştiyeke manewî ya di dezgeha Qur’anê de çêbûyî û bi awayekî selamet li ser wê deryayê bigerin û heya em derkevin perava selametê û wezîfeya jiyana me xilas bibe. Bahoz û erdhejên wê deryayê mîna perdeyên sînemayê dîmenên tenezûhê nû bike û ji dêl wehşet û dehşetê ve nezera îbret û tefekurê keyfîn bike û dilxweş bike û ronîdar bike. Hem bi wê raza Qur’anê û bi wê terbiyeya Furqanê nefsa me dê li me suwar nebe, wê bibe heya (merkûba) me, wê me li wê suwar bike; bila bo bidestxistina jiyana me ya ebedî bibe wasîteyeke me ya bihêz.
Welhasil: Madem wek çawa mirov ji cihet cami‘iyeta mahiyeta xwe ve ji tayê kedernak dibe, ji erdhej û lerza erdê û di hengama qiyameta gerdûnê de ji erdheja herî mezin (jî) kedernak dibe. Û wek çawa ji mîkrobeka xurdebînî ditirse; ji stêra dûvik a ji ku ecramên bilind (stêran) derdikeve jî ditirse. Hem wek çawa ji mala xwe hez dike, wisa ji dinyaya qerase jî hez dike. Hem wek çawa ji bexçeyê xwe ya