dike rehmet e. Û ya ku van mexlûqên ku di nav hewcedariyên bêhed û hesab de digindirin xwedî dike, dîsa rehmet e. Û wek çawa darek bi hemû heyîna xwe ve berê wê li fêkiya wê ye; aşîkar e ku ya berê hemû gerdûnê dide însanî û ya dike ku ji her aliyî ve lê binêre û ya ji bo alîkariya wî dide bezandin, rehmet e. Û diyare ku ya vê fezaya bêhed û hesab û vê alema vala tijî dike, nûranî dike û şên dike rehmet e. Û aşîkar e ku ya vî însanê fanî dike berendamê ebedê û dike muxatebê zatekî ezelî û ebedî û dike dostê wî, rehmet e.
Ey Însan! Madem rehmet heqîqeteke dilnewaz a wisa xurt, cazîbedar, şêrîn û mededkar e, naxwe bêje bîsmîllahîrehmanîrehîm, û xwe bi vê heqîqetê ve bigre û ji tenêtiyeke mutleq û ji kederên hewcehiyan ên bêhed û hesab rizgar bibe. Û nêzî textê wî Sultanê Ezel û Ebed bibe û bi şefqeta wê rehmetê û mehdera wê û bi şueyên wê bibe muxatebê wî Sultanî û bibe xelîlê wî û bibe dostê wî! Belê, ku ev çeşîdên gerdûnê di daîreya hîkmetê de li derdora însanî tên komkirin û ji bo hemû hewceyiyên wî bi întîzameke tam û bi alîkarî tên bezandin, eşkereye ku ji du haletan yek e:
Yan her çeşîdeke gerdûnê ew bixwe mirovî dinase, jê re îtaetê dike, ji bo alîkirina wî dibeze. -Eva hanê bi sed dereceyan ji aqil dûr e û gelek nemimkuniyan encam dide. - Hingê pêwist dike ku di vî însanê ku heta tu bibêjî bêquwete de qudreta Sultanekî Mutleq ê xurt hebe. Yan jî divê di bin perdeya vê gerdûnê de Qedîrekî Mutleq hebe û ev alîkarî bi ilmê wî çêbibe. Nexwe çeşîdên gerdûnê însanî nas nakin, belkî zatek heye ku însanî dizane, nas dike û dilê wî pê dişewite ku evana delîlên naskirin û zanîna wî ne.
Ey însan! Hişê xwe bide serê xwe. Ma qet mumkin e ku: Ew Zatê Zulcelalê ku berê hemû cûre afirandiyan dide te û destên wan ên alîkariyê dirêjî te dike û ji hewceyiyên te re “lebeykê” bi wan dide gotin; te nezane, te nas neke û te nebîne?
Madem te dizane, bi rehmeta xwe beyan dike ku ew te dizane; nexwe tu jî wî bizane, bi hurmet bide zanîn ku tu wî dizanî. Û bi qet‘î vêya zanibe: Ku ji mexlûqekî wekî te yê bêhed zeîf, bêhed aciz, bêhd xizan, fanî û biçûk re ev gerdûna qerase musexer kirî be û li hawara wî şandibe; bêguman eva hanê heqîqeta rehmetê ya ku ew rehmet jî hîkmet û înayet û ilm û qudretê dihewîne. Ev rehmeta wisa spasiyeke zêde û zelal û rêzeke cîdî û safî ji te dixwaze. Va ye tercûman û ‘inwana wê spasiyê zelal û wê rêza safî “Bîsmîllahîrehmanîrehîm” e, tu jî wê bêje. Wê bike wesîleya gihîştina wê rehmetê û di dergehê wî rehmanî de bike mehdervan.