re derbas dibe dikeve awayê marekî qerase ê wisa ku heyvê dabelihîne.
Va ye du firîşteyên mezin bi teşbîheke letîf a qudsî û bi îşaretek manedar bi Ga û Masî hatine binavkirin. Ku eva hanê ji devê nubûwetê yê qudsî û ulwî derbasî devê gelemperê/umûmê bû ew teşbîh veguheriye heqîqetê, herwekî ketibin şeklê gayeke gelek mezin û masiyeke ecêb.
Esasa Sêyemîn: Wek çawa muteşabihên Qur’anê hene; meseleyên gelek kûr bi temsîl û teşbîhan wek ders dide ewamê. Eynen wisa jî: Muteşabihên hedîsê jî hene; heqîqetên gelek kûr bi teşbîhên hînbûyî (me’nûs) îfade dike. Wek mînak: Wek çawa me di Rîsaleyeke-duduyan de beyan kiriye: Demekê di civata nebewî de dengekî gelek ecêb hat sehkirin. Fexrê Kaînat ferman kir: “Ev deng dengê kevirekî ye ku ev serê hevtî salan e digindire, di vê deqîqeyê de ketiye binê dojehê.” 1 Çend deqîqeyek şûnde yek hat, got: “Munafiqê meşhûr ê heftêsalî mir.” Heqîqeta temsîla gelek belîx a Resûlê Ekrem (s.) îlan kir.
Ji bersiva pirsa te re vê gavê wê “Sê Wecih” bên gotin.
Ya Yekemîn: Wek çawa Cenabê Heq, ji bo ku çavnêriya selteneta rubûbiyeta wî ya erş û semawatê bikin çar firîşteyên ku navê dudu ji wan “Nesîr” e û yê dî jî “Sewr” e, ku ji wan re Hemeleyê Erş û Semawatê tê gotin te‘yîn kirine, eynen wisa jî ji dinyayê re jî ku birayê biçûk ê asîmanan e û hevalê gerstêrkan e, du firîşte wek nazir û hemele tayîn kirine. Navê yek ji wan firîşteyan “Sewr” e û navê yê dî “Hût” e. Û raza ku ew bi wan navan hatine binavkirinê eve ye: Dinya du beş e: Yek av e, yek ax e. Ya ku beşa avê şên dike masî ye; ya ku beşa axê (bejahiyê) şên dike çandinî ye ku sebebê jiyana mirovî ye, ew jî bi ga ye û li ser pişta ga ye.
Ew herdu firîşteyên ku ji dinyayê re bûyî berpirs, ji ber ku hem fermandar in û hem jî muhafiz in, pêwist e pêwendiyeke wan a bi taîfeya masiyan û bi new‘ê gayan ve hebe. Dibe ku
وَالْعِلْمُ عِنْدَ اللّٰهِ
di alema melekûtê û di alema mîsalê de temesula wan herdu firîşteyan a li ser sûretê ga û masiyê hebe. (Haşiye)