Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

kirin heye ku ji Resûlê Ekrem pirsîne: “Dinya li ser çi ye?” Ferman kiriye:

عَلَى الثَّوْرِ وَالْحُوتِ

   Di rîwayetekê de carekê gotiye

عَلَى الثَّوْرِ

cara dî gotiye

عَلَى الْحُوتِ

Hin muhedisan ev hedîs tetbîqî wan çîrokên xurafewarî yên ji Îsraîliyatê hatîn wergertin û berê û pêşde tên naqilkirin, kirine. Bi taybet hin alimên Benî Îsraîliyan ên misilman bûyî ew çîrokên derbarê “Ga û Masiyê” de ku wan di kitêbên berê de dîtîne tetbîqê vê hedîsê kirine, maneya hedîse wergerandine awayeke sosret. Niha derbarê pirsa we de bi awayeke gelek kurt wê Sê Esas û Sê Wecih werin gotin.    

   Esasa Pêşî: Hin alimên Benî Îsraîliyan piştî ku misilman bûn ew malûmatên wan ên berê jî bi wan re misilman bûne û bûne malê Îslamiyetê. Halehal di agahiyên wan ên berê de şaşî hene. Ew şaşî bêguman yên wan in, ne aidê Îslamiyetê ne.    

   Esasa Duyemîn: Dema teşbîh û temsîl ji xewasî derbasî ewamê dibin, yanî ji destê ilmî dikeve destê cehlê, bi derbasbûna demê re wisa dihesibîn ku heqîqet e. Mînak: Dema ez zarok bûm heyv hate girtin. Min gote diya xwe: “Heyv çima wisa çêbû?” Got: “Mar xwariye.” Min got: “Hîn dixuye.” Got: “Marên li jor (asîmanan) mîna camê ne, tişta ku di hundirê wan de ye dixuye.” Gelek caran ev xatireya zaroktiyê dihat bîra min. Û min wisa mitale dikir û digot: “Çawa dibe ku zatên mîna diya min cidî behsa vê xurafeya evqas bêheqîqet bikin?” Hetanî wê dema ku min ilmê asîmanasiyê mitale kir, min dît ku: Yên mîna diya min wisa dibêjin teşbîhekê heqîqet hesibandine. Lewra, dema daîreya mezin a jê re “mintiqatul-burûc” tê gotin ku cihê çerxa dereceyên rojê ye û daîreya çerxa heyvê ku medarê menzîlên heyvê ye di ser hev re derbas dibin, ew herdû daîre, her yek ji wan dikevin şeklê du qewsan; alimên asîmanasiyê bi teşbîheke letîf navê “tinneyn”ê li wan kirine ku, ev tê maneya du marên mezin.    

   Va ye ji niqteya hevbirîna (teqatu‘a) herdu daîreyan re, “re’s” ku tê maneya ser û ji ya dî re jî “zeneb” ku tê maneya dûvik, gotine. Dema heyv tê re’sê û roj tê zenebê, li gor îstilahê asîmanasan heyv tê girtin, (heylûleta erdê çêdibe); yanî dinya tam dikeve navbera herdukan, wê demê heyv tê girtin. Bi wê teşbîhê behsa wê hatî kirin, wisa tê gotin: “Heyv kete devê mar.”   

   Va ye, dema ev teşbîha ‘ulwî û îlmî kete devê ewamê, dem jî di ser

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat