Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Halehal Cenabê Heq, dema li heşrê, bi dadweriya xwe ya mutleq, di şehîna mezin de emelên mukelefî dikêşe, ji aliyê kêmbûn-zêdebûna xêr û gunehan ve hukmî dide. Hem ji ber ku sebebên gunehan gelek in û kirina (wicûd) wan hêsan e, carinan bi xêrekê tenê gelek gunehên xwe dinixumîne. Nexwe divê li vê dinyayê li gor wê dadweriya xwedayî muamele bê kirin. Eger qenciyên merivekî ji aliyê hejmarî û çawaniyê ve ji xerabiyên wî zêdetir bin wî merivî hezjêkirin û hurmet heq kiriye. Belkî seba qenciyeke tenê, lazim e bi çavê lêborînê li gelek gunehên wî were nihêrîn. Halehal, însan, bi damara stema ku di fitreta wî de ye, bi telqîna şeytên, ji ber guneheke tenê ya zatekî, sed xêrên wî ji bîr dike, neyartiya birayê xwe yê bawermend dike, dikeve gunehî. Wek çawa mirov baskê mêşê deyne ser çavî, çiyayekî winda dike, nade xuyakirin. Eynen wisa jî însan bî damara kînê seba gunehekî qasî mêşê li ser xêrên bi qasî çiyayî dinixumîne, ji bîr dike, neyartiya birayê xwe yê bawermend dike, di jiyana civakî ya mirovan de dibe aleteke fesadê. Bi dekeka dî ya şeytên a ku dişibihe vê dekê jî selameta fikra însanî îfsad dike, muhakemeya rast a di hember heqîqetên îmanê de xera dike û zererê dide îstîqameta fikrê. Wisa:    

   Bi sedan delîlên îsbatê yên heqîqeteke îmanê hebin, ew dixwaze bi îşareteke ku delaletê li ser nefya wan delîlan dike, xera bike. Halehal, qaîdeyekî muhkem e ku “yekî îsbatker di ser gelek nefîkeran re tê girtin.” Di dozekê de hukmê şahidekî îsbatker li ser sed nefîkeran re tê girtin. Bi vê temsîlê li vê heqîqetê binêre. Yanî wisa: Qesrek sed deriyên wê yên girtî hene. Bi vekirina deriyekî, mirov dikare têkeve wê qesrê, wê deriyên dî jî vebin. Eger hemû derî vekirî bin, yek-dudu tenê bên girtin, nikare were gotin ku mirov nikare têkeve wê qesrê. Va ye heqîqetên îmanê ew qesr e. Her delîlek mifteyek e, îsbat dike, derî vedike. Ku deriyek tenê girtî mabe dest ji heqîqetên îmanê nayê berdan û mirov nikare înkar bike. Lêbelê şeytan ji ber hin sedeman yan bi wasîteya xefletê yan jî bi wasîteya cehaletê deriyekî ku maye girtî nîşan dide, li wan hemû delîlên ku îsbat dikin nanêre (îsqat dike). Wisa dibêje: “Va ye mirov nikare têkeve vê qesrê. A rast ne qesr e, di hundirê wê de tiştek tune.” Û bi vî awayî dixapîne.    

   Va ye ey însanê neçar ê ku mubtelayî dekên şeytanî bûyî! Eger tu selameta jiyana dînî û jiyana kesane û jiyana civakî bixwazî û te siheta fikrê û îstîqameta nezerê û selameta qelbî bivê wê demê ‘emel û xatiratên xwe bi pîvanên muhkemata Qur’anê û bi şehînên suneta seniye bikêşe. Û Qur’an û suneta seniyeyê her tim bike rêber. Û bibêje:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat