Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Ehed û Semed ê ku bi qasî hejmara zerreyan şahidê wî hene, çêbû ye.

   Rêya duyemîn: Rêya şirk û kufrê ye ku ji tu aliyan ve ne mumkin e, heta tu bêjî bimuşkîle ye û ji tu aliyan ve ne maqûl e. Lewra wek çawa di gelek rîsaleyên mîna Nameya Bîstê û Peyva Bîst û Duyemîn de hatiye îsbatkirin, wê demê pêwist e ku di her mewcûdeka gerdûnê de û heta di zerreyeka wê de ulûhiyeteke mutleq û ilmekî muhît û qudreteke bêhed û hesab hebe. Daku ev nîzam û întîzama zêde û ev mîzan û îmtiyaza gelek hesas û ev neqşên sen‘etî yên mukemel û xemilandî yên di mewcûdatê de hene û li ber çavan e, çêbibin.    

   Welhasil: Eger rubûbiyeta mezin a layiq û di cîde ye nebe, wê demê pêwist dike ku rêyeka ku ji her aliyî ve nemaqûl û nemumkin were şopandin. Ku yek ji ezemeta ku layiq û pêwist e baz bide û têkeve nemumkinî, şeytan jî nikare vêya teklîf bike.

   Xala Duyemîn: Dekeka herî girîng a şeytanî ew e ku nahêle însan li qusûrên xwe mukir were. Da ku rêya îstîxfar û îstî‘azeyê dade. Hem enaniyeta nefsa însanî tehrîk dike, da ku nefs wek avûqat xwe biparêze, wekî ku xwe ji kêmasiyan teqdîs bike. Belê, ew nefsa ku li şeytanî guhdarî ke, naxwaze qusûra xwe bibîne. Bibîne jî bi sed tewîlan dide tewîlkirin.   Li gorî raza.

وَعَيْنُ الرِّضَا عَنْ كُلِّ عَيْبٍ كَلِيلَةٌ

ji ber ku bi nezera rizayê li nefsa xwe dinêre, eyba wê nabîne. Ji ber ku eyba wê nabîne li xwe mukir nayê, îstîxfar nake, îstî‘azeyê nake, dibe pêkeniya şeytanî. Madem peyxemberekî qedirbilind ê mîna Hezretî Yûsif gotibe

وَمَا اُبَرِّئُ نَفْسِى اِنَّ النَّفْسَ لَاَمَّارَةٌ بِالسُّوءِ اِلاَّ مَا رَحِمَ رَبِّى

êdî dê çawa îtîmada mirovî bi nefsê bê? Yê nefsa xwe tawandar bike wê qusûra xwe bibîne. Yê li qusûra xwe mukir were wê îstîxfar bike. Yê îstîxfar bike wê îstî‘aze bike. Yê îstî‘aze bike wê ji xerabiya şeytên xilas bibe. Ku mirov qusûra xwe nebîne ev qusûreka ji wê qusûrê mezintir e. Û ku mirov li qusûra xwe mukir neyê kêmasiyeke gelek mezin e. Û eger qusûra xwe bibîne wê ew qusûr ji qusûriyê derkeve. Eger li xwe mukir were wê lobîrînê heq bike.    

   Xala Sêyemîn: Dekeka şeytanî ya ku jiyana civakî ya mirovî îfsad dike eve ye: Ji ber guneheke tenê ya bawermendî li ser hemû xêrên wî dinixumîne. Ew bêwîjdanên ku li vê deka şeytanî guhdarî dikin, neyartiya bawermendî dikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat