Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

wan e; bersiva vê pirsê ew hemû nîşanên behsa wan hatîn kirine ne. Bes emê li vê derê hinek dek û çekên ku bikar diînin bikin. Wisa:

   Min bixwe çendîn caran dîtiye ku ji sedî deh ehlê fesadê ji sedî nod ehlê selahê têkdibir. Min wisa ecêmayê meraq dikir. Min lêkolîn kir û bi qet‘î min zanî ku ew têkbirin ne ji hêz û qudretê tê, belkî ji fesadê û ji rezîliyê û ji texrîbê û sûdwergirtina dubendiya ehlê heqê û ji dubendiya hatî avêtin nava wan de û ji girtina damara wan a zeîf û ji niçilandinê û ji tehrîkirina hestên nefsanî û xerezên şexsî û ji xebitandina îstîdadên xerab ên di mahiyeta însanî de ne ku di şûna madenan de ne û ji dilxweşkirina fir’ewniyeta nefsê ya riyakarane ya li ser navê şan û şerefê û ji wê çendê ku her kes ji texrîbata bêwîjdanî ditirsin tê. Û bi wasîteya dekên wisa yên şeytanî bi awayekî demkî ehlê heqê têk dibin. Bes bi raza

وَالْعَاقِبَةُ لِلْمُتَّقِينَ

û bi distûra

اَلْحَقُّ يَعْلُو وَلاَ يُعْلَى عَلَيْهِ

ew têkbirina wan a demkî ji aliyê menfîetê ve ne girîng e, digel wê jî dibe sedem ku ew dojehê ji xwe re û bihiştê jî ji ehlê heqê re bidin bidestxistin.    Va ye ji ber ku di delaletê de yên bêîqtîdar xudan-îqtîdar tên xuyakirin û yên bêqîmet şohretê bidest dixin e ku ew mirovên xodfiroş, şohretperest û riyakar, ji bo ku bi tiştekî hindik îqtîdara xwe nîşan bidin û ji aliyê tirsandin û zererdayînê ve mewqiyekê bidest bixin dijberiya ehlê heqê dikin. Da kû werin dîtin û bala xelkê bikêşin. Da ku ew texrîbata ku ne bi îqtîdar û qudretê, belkî bi terkirin û teraliyê bûyî sedem îsnadî wî bê kirin û behsa wî bê kirin. Wek çawa bûye derbûmesel ku yekî wisa miriyê (dînê) şohretê mizgeft lewitand, da her kes behsa wî bike. Heta dema behsa wî hatkirin xelkê le’net jî lê barand, lê ew damara wî ya şohretperestiyê kir ku ew le’net lê xweş were.

   Ey ew mirovê neçar ê ku ji alema beqayê re hatî afirandin û bûyî mubtelayê alema fanî! Bala xwe bide ser raza ayeta

فَمَا بَكَتْ عَلَيْهِمُ السَّمَاءُ وَاْلاَرْضُ

û guh bidê. Lê binêre, ka çi dibêje:    

   Bi maneya xwe ya eşkere ferman dike ku dema ehlê delaletê dimirin erd û asîman ên ku bi mirovî re têkildar in, li ser cenazeyên wan nagirîn, yanî bi mirina wan xweşhal dibin. Û bi maneya îşarî wisa

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat