Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

îxtiyarî nikare ji wan re bibe ‘illeta mûcîde. Însan di wê de nabe failê heqîqî. Û nefsa emareya wî jî ne alîgirê qenciyan e; belkî rehmeta îlahî wan dixwaze û qudreta rebbanî wan îcad dike. Bes, însan dibe ku bi îmanê, bi xwestinê û bi niyetê bibe xwediyê wê. Û piştî ku bû xwediyê wê; heçî ew qencî ne, wek wan nîmetên wicûd û îmanê yên berê jê re hatine dayîn, ji nîmetên îlahî yên bêhed ên berê re şukrek e, li nîmetên bihûrî dinêre. Lêbelê ew bihişta ku wê bi soza Xwedê were dayîn, bi fezla rehmanî tê dayîn. Li gorî zahirî xelatek e, lê di rastiya xwe de fezl e.    

   Nexwe ya dibe sebebê gunehan nefs e, ya ceza heq kirî (jî dîsa) ew bixwe ye. Di qenciyan de sebeb (Xweda) Heq e; ‘ilet jî ji Heq e. Bes, însan bi îmanê lê xwedî derdikeve. Nikare bibêje “Ez xelata wê dixwazim”, dikare bibêje: “Ez fezla wê dixwazim.”   

   Pirsa Sêyemîn: Ji beyanatên bihûrî tê fêmkirin ku guneh ji ber ku bi belavbûn û destdirêjiyê zêde dibin, nexwe divê gunehek bi hezar gunehî were nivîsîn; lê qencî û xêr ji ber ku wicûdî ne, zêde nabin û bi îcada bendeyî û bi daxwaza nefsê çênabin, divêt qet neyên nivîsandin yan jî divêt yek bihata nivîsandin. Çima guneh yek tê nivîsîn, xêr deh, carinan hezar tê nivîsîn?    

   Bersiv: Xwedê Teala kemalê rehmeta xwe û cemala rehîmiyeta xwe bi wî awayî nîşan dide.    

   Pirsa Çaremîn: Serkeftina ku ehlê avêrêtiyê bidest dixin û ew hêza ku ew nîşan didin û têkbirina wan a ehlê hîdayetê nîşan dide ku ew xwe dispêrin hêzekê û heqîqetekê. Nexwe yan di ehlê hîdayetê de qelsiyek (ze‘ef) heye, yan jî di wan de heqîqetek heye?    

   Bersiv: Haşa! Ne di wan de heqîqet heye, ne di ehlê heqê de qelsî heye. Bes, çi heyf ku beşeke ewamên kurtbîn ên bêmuhakeme dikevin dudiliyê (teredudê) û wesweseyê dikin, zirar digihê baweriya wan. Ji ber ku dibêjin: “Eger di ehlê heqê de tam heq û heqîqet hebûya, diviya evqas têkçûn û zîlet nebûya. Lewra heqîqet xurt e. Li gor qaîdeya esasî ya

اَلْحَقُّ يَعْلُو وَلاَ يُعْلَى عَلَيْهِ

ê hêz di heqiyê de ye. Eger hêzeke rasteqîn û noqteyeke îstînadê ya ehlê delaletê ya ku li hember ehlê heqê xalib e nebûya, diviya evqas têkbirin û serkeftin nebûya. ?”  

   Bersiv: Wek çawa dîsa di nîşanên derbasbûyî de hat îsbatkirin ku têkçûna ehlê heqê ne ji qelsiya wê û ji bêheqîqetiya wê ye û her weha têkbirina ehlê delaletê jî ne ji xurtbûn û hêzdarî û noqteya îstînada

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat