Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

îsbatkirina ‘edemê bêguman ne hêsan e.    

   Va ye ew kufr û averêtiya (delaleta) ku di Rîsaleyên dî de zor û bimuşkîle û wek nemimkun hatî nîşandayîn ev beş e ku yê biqasî zerreyekê hişmendiya wî hebe pêwist e di wê riyê de neçe. Hem, wek çawa di Rîsaleyan de bi awayekî qet‘î hatiye îsbatkirin ku ewqas elemên bidehşet ên vê riyê hene ku, kesê ku bi qasî zerreyekê aqilê wî hebe nabe ku xastekarê (talibê) wê riyê be.    

   Eger were gotin: Piraniya mirovan çawa di vê riya ku evqas kedernak û tarî û bimuşkile ye de diçin?

   Bersiv: Ketine tê de û êdî nikarin derkevin. Hem hêzên nebatî û heywanî yên di mirovî de ne ji ber ku encamê nabînin, nikarin bihizrînin û wan letîfeyên însanî yên di însanî de têk dibin, êdî naxwazin derkevin, bi lezeteke hazir û demkî teselî dibin.    

   Pirs: Eger bê gotin: Di delaletê de kederek û tirseke wisa hêwilnak heye ku yê kafir ne ku tamekê ji heyatê seh bike, diviya ji ber wê tirsê nekariba qet bijiya. Belkî diviya ji ber wê kederê bipelçiqiya û ji ber wê tirsê ziravê wî biqetiya. Lewra, ji aliyê mirovahiyê ve muştaqê tiştên bêhed e û evîndarê jiyanê ye, digel wê çendê ew mirovê ku bi wasîteya kufrê mirina xwe di awayê îdameke ebedî û fîraqeke layezalî û zewala mewcûdatê û mirina dostan û dardekirina hemû hezkerên xwe û fîraqa ebedî bibîne û ev li ber çavê wî be û vêya bi wasîteya kufrê bibîne, dê çawa bijî? Dê çawa karibe ji jiyanê tamekê bistîne?    

   Bersiv: Bi muxaleteyeke ecêb a şeytên xwe dixapîne û dijî. Zen dike ku ew tameke zahirî (sûrî) seh dike. Emê bi mînakeke meşhûr mahiyeta wê destnîşan bikin. Aha wisa:    

   Tê gotin ku: Gotine hêştirmêyê: “Baskên te hene, de bifire” Wê jî baskên xwe daye hev û gotiye: “Ez deve me” û nefiriyaye. Bes kete dafika nêçîrvanî. Daku nêçîrvan wî nebîne serê xwe dixe nêv xîzê. Halehal laşê wî yê qerase derve maye, bûye hedefa nêçîrvanî. Piştre jê re gotine, “Madem tu dibêjî tu deve yî, ka barî bar bike.” Hingê baskê xwe vekirine û gotiye, “Ez çûk im.” Û ji zehmetiya barî xilas bûye. Bes bê parêzvan û bê êm maye û bûye hedefa êrîşa nêçîrvanan. Eynen wekî wê, yê kafir li hember îlanata semawî ya Qur’anê dest ji kufra mutleq berdaye û daketiye kufreke gumanbar (meşkûk.) Eger jê re bê gotin: “Madem tu mirin û zewalê îdameke ebedî dizanî. Sêpiyeke ku te darve bike li ber çava ye… ew kesê ku her demê lê binêre çawa dijî? Çawa tamê seh dike? Ew mirov bi wechê rehmeta

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat