Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

cî de, bêîsrafî, xudan-hîkmet û bêtawanbarî îsrar û dubareyê dike û ku ev hîkmet bixwe ye û belaxeteke safî ye. Û min ew raz fêm kir ka ji bo çi ew hevalên min ên dilsoz dilê wan nema ye. Kurtasiya wê heqîqetê eve ye:

   Şeytan, ji ber ku (mirovî) sewqî texrîbatê dike, bi ‘emelekî hindik gelek şeran dike. Ji ber wê çendê, ew kesên ku di rêya heq de, di hîdayetê de dimeşin hewcedarê gelek îhtiyatê ne, pêwîst e gelek xwe biparêzin, mûhtacî ser hev hişyariyan û alikariyek zêde ne; loma Xwedê Teala, di wî aliyê dubarekirinê da bi hezar û yek navên xwe alîkariya xwe pêşkêşî ehlê îmanê dike û bi hezaran destên dilovaniyê dişîne hawara wan. Rûmeta wan naşikêne, belkî diparêze. Qîmetê însanan biçûk naxe, belkî xerabiya şeytên mezin nîşan dide.    

   Va ye, ey ehlê heq û ehlê hîdayetê! Çareya xilasbûna ji dekên navborî yên şeytanê ins û cinî: Mezhebê ehlê heq ku Ehlê Sunet û Cemaetê ye, ji xwe re wek qerargeh bigrin û têkevin keleha asê ya Qur’ana Mucîzul-Beyanê û suneta seniyeyê ji xwe re bikin rêber û selametiyê bibînin!

NÎŞANA HEŞTEMîN

   Pirs: We di Nîşanên derbasbûyî de îsbat kir ku rêya delaletê ji ber ku hêsan e û her weha texrîb û tecawuz e, gelek (însan) di wê riyê de diçin. Halehal, di Rîsaleyên dî de we bi delîlên qet‘î îsbat kiribû ku rêya kufr û delaletê ewqas bimuşkilat e, ewqas zor e ku diviya tu kes di wê riyê de neçûbana û ew rê ne qabilê têdeçûyînê ye. Û riya îman û hîdayetê ewqas hêsan û zahir e ku diviya her kes di wê riyê de çûbûna.

   Bersiv: Kufr û averêtî (delalet) du beş in. Beşek ‘emelî û fer‘î ye, digel wê çendê nefîkirin û înkarkirina hukmên îmanê ye ku ew şêwe averêtî (delalet) hêsan e. Qebûlnekirina heqê ye, terkek e, ‘edemek e, qebûlnekirin e. Va ye ev beş e ku di Rîsaleyan de hêsan hatiye nîşandan.    

   Beşa duyemîn ne ‘emelî û fer‘î ye, belkî hukmeke îtîqadî û fikrî ye. Ne ku nefya îmanê tenê, belkî hewl dide ku rêyeke dijberê îmanê veke. Eva han jî qebûla batilî ye, îsbata dijê heqê ye. Ev beş ne ku tenê nefy û naqizê (xerakerê) îmanê ye; dijberê îmanê ye. Ne ku edema qebûlê ye heta ku hêsan be, belkî qebûla ‘edemê ye. Û bi îsbatkirina wê ‘edemê dikare were qebûlkirin. Li gor qaîdeya

اَلْعَدَمُ لاَ يُثْبَتُ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat