Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

bike çawa îmana wî dewam dike?”: Pêşî, di nîşanên derbasbûyî de xetayê wan bi awayekî qet‘î hatine fêmkirin ku êdî hewceyî nehiştiye ku were dubarekirin. Ya duyemîn, wek çawa nefsa însanî dîrhemek lezeta pêşdexistî (mu‘ecel) û hazir di ser ritileke lezeta nehazir re digre, ji salek ezabê dema pêşde were bêhtir ji sîleyeke hazir ditirse. Hem dema di însanî de hisiyat xalib bibe êdî (ew însan) li muhakemeya eqlî guhdarî nake. Hewes û wehim serweriya xwe lêdikin û lezeteke hazir a herî hindik û bêqîmet li ser xelateke gelek mezin a îstiqbalê re digre. Ji ezabeke mezin a paşdexistî (mu’ecel) ya îstiqbalê bêhtir diltengiya hindik a hazir wî dixe nav fikaran. Lewra, tewehum û hewes û hest pêşiya xwe nabînin, belkî înkar dikin. Nefs jî alîkariyê bike qelb ku cihê îmanê ye û aqil bêdeng dimînin û têk diçin.

   Li gorî vê, kirina gunehên mezin ji bêîmaniyê nayê, belkî ji serketina hest û hewes û wehmê û ji têkçûna aqil û qelbî tê.    

   Hem wek ji nîşanên derbasbûyî jî hatî fêmkirin ku riya xerabî û hewesan ji ber ku texrîbat e, gelek hêsan e. Şeytanê îns û cinî mirovan zû sewqî wê riyê dike. Ev tişteke heyretê ye ku bi qasî baskê mêşê nûra alema beqayê -bi nessa hedîsê- ji ber ku ebedî ye, bi qasî wê lezet û nîmetê ye ya ku mirovek di maweya temenê xwe de ji dinayayê werbigre; digel vê çendê, hin mirovên reben bi qasî baskê mêşê lezeta vê dinyaya fanî li ser lezetên wê alema baqî ya hêjayî vê dinyaya fanî ne re digrin û li pey şeytanî diçin. Va ye ji ber van razan e ku Qur’ana Pîroz bawermandan dubare dubare û bi îsrar û bi gef û bi teşwîqê, astengiyê datîne ber gunehan û wan sewqî xêrê dike.

   Demekê ev dubareya Qur’anê û ev îrşadata wê ya bişiddet ev fikra hanê da min ku ev hişyarî û îqazên wisa tim û tim bawermendan wek bê sebat û bê heqîqet nîşan didin. Rewşeke wisa ku li rûmeta mirovî nekevin dide wan. Lewra ew karmendê ku fermanekî tenê yê amirê wî besî wî ye ku ew îtaeta amirê xwe bike, îca eger eynê emir deh carî jê re were gotin, wê dilê karmendî bimîne û wê wisa bêje: “Tu min tawanbar dikî, ez ne xaîn im.” Halehal Qur’ana Pîroz bi îsrar û tekrar-tekrar fermanê dide bawermendên herî xalis. Wê dema ku vê fikrê serê min tevlîhev dikir de du sê hevalên min ên dilsoz hebûn. Min ew gelek hişyar dikirin da ku nekevin ber bayê dekên şeytanên însî. Dilê wan nediman û wisa nedigotin “tu me tawanbar dikî.” Bes di dilê xwe de min digot ku: “Bi van hişyariyên li ser hev ez dilê van dihêlim û ez wana bi dilnesozî û bêsebatiyê tawanbar dikim.” Piştre ji nişka ve ew heqîqetên ku di nîşanên derbasbûyî de hatî îzahkirin û îsbatkirin înkîşaf kir. Wê demê bi wê heqîqetê min zanî ku Qur’ana Pîroz biawayekî ku muwafiqî pêwistiya rewşê, di

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat