Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

heqîqetên îmanê û muhkematên Qur’anê ne, ku sînorên wan ji aliyên distûrên muheqiqînê esfiya ve hatine diyarkirin. Û li hember dekên paşîn jî, ew e ku îstî‘aze bike û girîngiyê nediyê. Lewra ew hinde girîngiyê bidiyê, dê dêhn û bala wî bikişîne û mezin bibe, geş bibe. Ji birînên manewî yên bawermendî yên bi vî rengî re tiryaq û melhem: suneta seniye ye.

NÎŞANA HEFTEMÎN

   Pirs: Îmamên Mu’tezîlî, ji ber ku îcada şerê şer qebûl dikin, afirandina kufr û delaletê naspêrine Xwedê. Goya bi vê çendê Xwedê teqdîs (bêrî) dikin. Dibêjin: “Beşer, xaliqê emelên xwe ne” û dikevin delaletê. Hem wisa dibêjin: “Ew bawermendê ku gunehê mezin bike, îmana wî diçe. Lewra baweriya yekî hem bi Xwedê hebe, hem bi dojehê hebe hem jî ew gunehên mezin bike ev li hev nakin. Lewra di dinyayê de ew merivê ku ji ber tirsa gelek hindik a zîndanê xwe ji her tiştên dij-qanûnî bide alî, lêbelê bi awayekî wisa girîng li ezabeke ebedî ya dojehê û li xedeba Afirînerî nenêre ku heta karibe gunehên mezin bike, bêguman ev dibe delîla bêîmaniyê.”

   Bersiv: Bersiva şiqa pêşî ev e: Wek çawa di Rîsaleya Qederê de hatiye şîrovekirin, “afirandina şerê ne şer e; belkî kirina şerê şer e.” Lewra afirandin û îcad, hemû li encaman dinêrin. Wicûda şerekê, ji ber ku destpêka encamên gelek xêran e, îcada wê şerê ji aliyê encaman ve dikeve hukmê xêrê. Wek mînak: Sed encamên xêrê yên agirî hene. Bes, hek hin mirov bi sûê îxtiyara xwe agirî ji xwe re bikin neyar, nikarin bibêjin: “Îcada agirî şer e.” Eynen wisa jî di îcada şeytanan de gelek encamên bihîkmet ên wek pêşveçûna (tereqiyata) însên hene, digel vê çendê eger yek bi sûî-îxtiyara (bed-bijartina) xwe û bi kirinên xwe yên şaş di hember şeytanî de têkhere, nikare bibêje “Afirandina şeytên şer bû.” Belkî wî bi kesba xwe, ew kire şer ji xwe re.

   Belê heçîka kesb e, ji ber ku temaseke (mubaşeret) cuz’î ye, dibe mezherê netîceyeke şerê ya xusûsî; (hingê) kesba şerê digere şer. Lakîn îcad, ji ber ku li hemû netîceyan dinêre, îcada şerrê ne şer e, belkî xêr e. Va ye ji ber ku Mu’tezîliyan ev raza han fêm nekiriye, wisa gotine: “Afirandina şerê şer e û îcada tişta sik sik e” û ji boyî teqdîsa Xwedê îcada şerê nespartine bal wî ve û ketine delaletê, ruknê îmanê yê

وَبِالْقَدَرِ خَيْرِهِ وَشَرِّهِ

te’wîl kirine.    

Şiqa duyemîn: Heçî bersiva pirsa hanê ye ya “Ew kesê gunehê mezin

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat