Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

xiyalên gotinên pîs û dijûn baweriyê xerab nake, îmanê naguherîne, edeba hurmetdar naşikêne. Lewra ev qaîdeyekî meşhûr e ku “wek çawa texeyula dijûnan ne dijûn e, texeyula kufrê jî ne kufr e û tesewura delaletê jî ne delalet e.”

   Heçî meseleya şekê ya di îmanê de ye, ew îhtimalên ku ji îmkanên zatî tên ne dijberê wê yeqînê ye û wê yeqînê xera nake. Ev di ilmê usuld-dîn de ji qaîdeyên muqerere ye ku

اِنَّ اْلاِمْكَانَ الذَّاتِىَّ لاَ يُنَافِى الْيَقِينَ اْلعِلْمِىَّ

wek mînak, em yeqîn dikin ku Deryaya Barlayê wek av di ciyê xwe de ye. Halehal di zatê xwe de mumkin e ku ew derya di vê deqîqeyê de di erdê de çûbe xwarê (xewr bûyîbe). Xewrbûna wê ji mumkînatan e. Madem ev îmkana zatî ji emareyekê çênabe, îmkaneke zîhnî nabe ku bibe şek (guman.) Lewra dîsa di ilmê usul-d dînê de ji qaîdeyên muqerere ye ku

لاَعِبْرَةَ ِلْلاِحْتِمَالِ الْغَيْرِ النَّاشِىءِ عَنْ دَلِيلٍ

yanî, “Eger îhtimaleke zatî ji emareyekê neyê, nabe îmkaneke zihnî ku hetanî guman bikeviyê û girîngiya wê hebe.”   

   Va ye ew merivê reben ê bi deka şeytanî re rûbirû mayî dibeje qey ew yeqîna xwe ya heqîqetên îmanê bi îmkanên zatî ên bi vî rengî winda dike. Wek mînak, derheqê Hezretî Pêxember (s.)de, ji ber ku ew beşer e, gelek îmkanên zatî dikevin ser dilê wî ku zererê nadin cezm û yeqîna îmana wî. Bes ew dibêje qey zerar dayîne, zererê dibîne.    

   Hem carinan şeytan, ji aliyê wesweseya xwe ya ku li ser qelb e derheqê Xwedê de gotinên xerab dibêje. Ew meriv dibêje qey qelbê wî xera bûye ku wisa dibêje; direcife. Halehal recifandina wî, tirsa wî û nerazîbûna wî delîl e ku ew gotinana ne ji qelbê wî tên, belkî ji ‘lume’ya şeytanî tên yan jî ji aliyê şeytên ve tê îxtarkirin û texeyulkirin.    

   Hem di nav letîfeyên mirovî de yek-du letîfe yên ku ez nekaribim nav lê bikim hene ku li bijartin (îxtiyar) û îradeyê guhdarî nakin; dibe ku nikarin xwe têxin bin berpirsiyariyê. Carinan ew hestana hukim dikin, guhdariya heqê nakin, dikevin tiştên şaş. Wê demê şeytên ji wî merivî re wisa telqîn dike: “Îstîdada te ne munasibî heqê û îmanê ye ku tu wisa bêyî vîna xwe dikevî tiştên batil. Nexwe qedera te tu mehkûmî xerabiyê (şeqawetê) kiriye.” Ew merivê reben, dikeve bêhêviyê û mehû dibe.

   Va ye cihê penageha bawermend a li hember dekên pêşî yên şeytên,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat