Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

nakevin kufrê, hem mezhebê Mu’tezîle û beşeke mezhebê Xariciye di gotinên xwe yên ku “Heçî gunehên mezin bikin dibin kafir yan jî di navbera kufr û îmanê de dimînin” de xeta kirine, hem ya ku ev hevalên min ên reben jî sed dersên heqîqetê fedayî îltîfata kesekî jirêzê kirî, ne wek ku ez fikirîm gelek “ketin” e û ne xerabiyeke felaket e, piştî min ev zanî min şukrê Xwedê kir û ez ji wê gerînekê xilas bûm. Lewra wek me beriya niha gotî, şeytan bi emrekî ‘edemî ya cuz’î mirovî diavêje talûkeyên mezin. Hem heçî nefsa însanî ye, her demê li şeytanî guhdarî dike. Quweta şehewî û quweta xedebî jî di şûna du cîhazên hem qabîle, hem naqîle de ne.    

   Va ye ji ber wê çendê ye ku du navên Xwedê yên wek Xefûr û Rehîm bi teceliyeke mezin tewecuhî ehlê îmanê dikin. Û di Qur’ana Pîroz de nîşan dide ku ji pêxemberan re qenciya herî girîng mexfîret e û wan vedixwîne bo îstîxfarê. Ku peyva pîroz a

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ

di serê her sûretî de dubare kiriye û ferman kiriye ku di hemû karên bimbarek de were gotin, bi vê çendê nîşan dide ku dilovaniya wî ya fireh a ku gerdûn dorpêç kiriye melce û cihê penahê ye û bi fermana vê

فَاسْتَعِذْ

ê peyva “Eûzû billahi mîneşeytanîrecîm”ê dike sîper.

NÎŞANA ŞEŞEMÎN

   Fendeke herî xeternak a şeytanî eve ku: Ji hin mirovên hestyar û dilsafî re texeyula kufrê tevlî tesdîxa kufrê didin kirin; tesewura delaletê di sûretê tesdîqa delaletê de didin nîşandan, û derheqê zatên muqedes û tiştên munezeh de tiştên gelek sik nîşanî xeyalê didin, û îmkana zatî bi awayê îmkan aqlî nîşan dide, û li dijberî yeqîna wî ya di îmanê de bi awayekî şerkê dixeyê, û wê demê ew mirovê reben ê wisa hesas wehm dike ku ew ketiye nav delalet û kufrê û dibêje qey yeqîna wî çûye û dikeve nav bêhêvîtiyê, bi wê bêhêvîtiyê, dibe mesqereya şeytanî. Şeytan hem bi bedbîniya wî hem bi rehê wî yê zeîf hem jî bi îltîbasa wî wî dixapîne; yan wê dîn bibe yan jî wê bêje “Çi dibe bila bibe” û wê bikeve delaletê. Wek çawa me di hin Rîsaleyan de beyan kiriye ka mahiyeta vê deka şeytanî çiqas bê esas e; emê li vir jî bi kurtî behsa wê bikin. Wisa:

   Wek çawa sûretê marî yê di neynikê de nikare bi mirovî ve bide, mîsala agirî mirovî naşewitîne û eksa mirarî pîs nake. Eynen wisa jî di neynika xiyal û fikrê de eksa kufriyat û şirkê û sîhika delaletê û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat