Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

û tiralî heye. Xêrê bi mirovî nadin kirin, bi vî awayî xerabiyê dikin, yanî dibin xerab. Lewra heçî xetere û xerabî ne, ji cûreyên texrîbatê ne, ji ber wê çendê îleta wan pêwist nake ku karîneke mewcûd û îcadeke fail be. A rast, bi karekî ‘edemî û bi xerabûna şertekî texrîbateke dijwar çêdibe.

   Va ye, ji ber ku di baweriya Mecûsiyan de ev raz derneketiye holê, wan bawer kirine ku bi navê “Yezdan” afirînerekî xêrê û bi navê “Ehremen” afirînerekî xerabiyê heye. Hal bi hal ew îlahê şerê yê ku ew jê re “Ehremen” dibêjin, ew şeytanê malûm e ku bi cuz’ê îxtiyarî û bi kesbeke bêîcad dibe sedema şeran.

   Va ye ey ehlê îman! Di hember vê texrîbata bidehşet a şeytanan de çeka we ya girîng û cîhazên we yên tamîrê îstîxfar e û ku hûn bibêjin “E‘ûzû bîllah” û penahî Xwedê bibin. Û keleha we suneta seniye ye.

NÎŞANA PÊNCEMÎN

   Cenabê Heq di kitêbên semawî de ji însanan re xelateke mezin a mîna bihiştê û cezayeke bidehşet a mîna dojehê nîşan daye, her weha gelek îrşad, hişyarî, îxtar, gef û teşwîq kiriye û ji bilî wan jî evqas sebebên hîdayet û îstîqamêtê hene jî digel wê çendê jî dîsa ehlê îmanê li hemberî dekên bêxelat û sik û ze’f ên hîzbuşşeytanê têk diçin; zemanekê eva hanê ez gelek didam fikirandin. Gelo hetanî îman heye çawa dibe ku mirov girîngiyê nede gefên evqas dijwar ên Cenabê Heq? Çawa îman naçe? Li gorî raza

اِنَّ كَيْدَ الشَّيْطَانِ كَانَ ضَعِيفًا

li ber bayê dekên gelek qels ên şeytanî dikevin û isyana Xwedê dikin. Heta hinek hevalên min hene ku sed dersên heqîqetê ji min seh kirine û ji dil bawer kirine û derheqê min de husnêzen û îrtîbateke zêde heyî jî, lê lê digel wê çendê dîsa jî ketine ber bayî îltîfatên negirîng û riyakarane yên mirovekî bêqelb û xerab û ketine dijberê min de. Min got “Fesubhanellah! Çawa dibe ku însan ji aliyê qîmetê ve evqas bikeve? Çi mirovekî bêheqîqet bû.” Û min xeybeta (paşgotinî) wî rebenî kir û ez gunehkar bûm.    

   Paşê ew heqîqetên ku di wan îşaretên behsa wan hatî kirin de ne, înkîşaf bû û gelek xalên tarî ronî kir. Lîllahîlhemd bi wê nûrê min fêm kir ku ev terxîbat û teşwîqatên zêde yên Qur’ana Pîroz tam di cî de ne, hem ehlê îmanê, ne ji bêîmaniyê û ne ji zeîfiya îmanê li ber bayê dekên şeytên dikevin, hem yên gunehên mezin (kebaîr) dikin

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat