tê dîtin ku di her dewr û serdemên fetretê de, muceddid û murşid û ‘arifên mezin ên ku ji eczexaneya Qur’an û Sunnetê reçete û derman derxistine, hatine. Ev egîd û lehengên alema maneyê ên stêrk-mîsal, her yekî wan, wek mûm û meş‘elekê, wek şewq û şemalekê, tarîtiya kufr û bid‘etê belav kirine. Hem muwaffeq bûne ku ewrên şubheyan belav bike û roşa heqîqetê nîşan bide; hem ummetê ji rewşa înqîbazê xelas bike û rewşa best û înşirahê bexşî wan bike. Vêca Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî jî, eynî mîna wan selef û pêşrewên xwe, di heyata ummetê de, mîsyona tecdîdê hilgirtiye ser milê xwe û xwestiye ku evê rêya rewneq û rewşen nîşan bide. Çawa ku Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam di Hedîsa xwe de ferman kiriye “Bêguman Xwedê Teala di serê her esrekê de, muceddidekî dişîne û bi wî, dînê xwe tecdîd û nûjen dike.” Piştî girtina deriyê pêxembertiyê, muceddidan, hereketa teceddudê li gor merc û ihtiyacên dem û dewranê, di maneya nûkirin û tecdîda dîn de, meqamê weraseta nubuwwetê hildane ser milê xwe. Herwiha Hezretî Ustad jî, di pêvajoya dîrokê de dewama evê ekolê ye. Bedîuzzeman di zincîra zêrîn a tarîxa tefekkura Îslamê de, xeleqa hemdem pêk tîne û wuhareng musluman û bawermendan, amadeyê esra ilm û zanistê dike. Seydayê Nûrsî, ji bo ewladê evê esra ku lingê wî zû dişemite, ji Quran û Sunnetê, rê û rêbazeke herî kin û biselamet amade kiriye. Ev rêya han, rêyeke wisa ye ku di vî zemanê tevlihev de, îmana teqlîdî ya ku li hemberî êrîşên bîd‘et û delaletan zû ditemire, bi ilm û îspat û bi awayekî eqlî û mentiqî, bi îmana tehqîqî digerîne ya ku li hemberî ba û bahozên înkarê yên herî dijwar û li pêşberî artêşên şek û şubheyên herî har jî, naheje û natemire. Wihareng ev dilopên nûrê yên ku ji asîmanê Qur’an û Sunnetê yê bilind û bala dibarin, ji bo birînên manewî yên muslumanên roja îroyîn, dibin melhemeke şîfadar û tilsimeke dewadar.
Weşanxaneya Zehra