Qencî û xirabiya kesekî bi sînor e, lê ya civatekê ne bi sînor e. Ew Qenciya ku we li hember kesên derve bi dest xistiye bi xirabiya hundir xira nekin.
(Mesnevî-i Nuriye, Hubab: 112)
***
Ev dem dema cemaetbûnêye. Jêhatîbûna şexsan çiqas zêde be jî, li hember hêza şexsê manewî yê cemaetê têk diçe. Loma çawa ku wî birayê min yê hêja jî nivîsiye; nûra dehaya pîroz ku alema Îslamê ronî dike wezîfeyeke îmanî ye û mirov wê wezîfeyê nade ser milê mirovekî bêçare, zeîf, têkçûyî ku hevrik û dijminên wî dixwazin bi xayintî û heqaretê wî têk bibin. Eger mirov barekî wisa deyne ser milê mirovekî weha, dema ew mirov bi derbên îxanetê biheje, wê ew bar jî bikeve û ji hev belav bibe.
(Emirdağ Lahikası: 51)
***
Birayên ezîz û rast, hevalên di xizmeta Qur’anî de hêzdar û jêhatî,
Ev dem dema cemaetbûnê ye. Girîngî û qîmet li gorî şexsê manewî ye. Divê mirov îtibar bi şexsê maddî, ferdî û fanî neke. Bi taybetî jî mirov hezarqet qîmetekî zêde bide bêçareyekî mîna min nabe. Ew milê ku nikare şeş-heft kîloyan hilgire, dema tu bi tonan lê bar bikî, wê di bin de bimîne, bipelçiqe.
(Kastamonu Lahikası: 111)
***
Ev zeman ji bo ehlê rastiyê ne zemanê xwebînî û ezîtiyê ye. Dem dema cemaetbûnê ye. Şexsekî manewî ku ji cemaetê derdikeve dikare hukim bike û li ser pêyan bimîne. Ji bo ku mirov bibe xwediyê hewzekî mezin divê mirov wê xwebînî û ezîtiya xwe ya ku weke parçeyekî qeşayê ye bavêje wî hewzî wê bihelîne. Yan na, wê parçeyê qeşayê bihele, wenda bibe û ji wî hewzî jî îstîfade nayê kirin.