Şîroveya kin ya van her çar gavan ev e:
Gava Yekemîn:
Weke ku ayeta
فَلاَ تُزَكَّوُا اَنُفُسَكُمْ
jî îşaret kiriye, mirov nefsa xwe paqij hesab neke. Lewra însan ji ber xûy û tebî‘etê xwe ji nefsa xwe hez dike. Hetta pêşî tenê ji nefsa xwe hez dike, her tiştên din ji xwe re dike feda û bi şiklekî ku tenê layiqî Xwedayê Me‘bûd [Xwedayê ku layiqê îbadet e û jê re îbadet tê kirin] pesnê xwe dide û xwe ji kêmasî û qusûran pak didêre. Heta ku ji destê vî kesê weha tê, qusûran layiqî xwe nabîne, wan qebûl nake, û mîna îbadet nefsa xwe diparêze. Hetta ew cîhaz û qabiliyetên ku emaneten pê re ne û ji bo hemd û desbîhê Me‘bûdê Heqîqî ne, wan ji bo nefsa xwe bi kar tîne û dibe muxatebê ayeta
مَنِ اتَّخَذَ إِلَهَهُ هَوَاهُ
Êdî ew mirov xwe dibîne, bi xwe bawer dike û xwe diecibîne. Ha di vê gavê de pakkirina nefsê ew e ku mirov xwe ji xetayan bêrî nebîne.
Gava Duduyan:
Di gava duduyan de weke ku ayeta
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ نَسُوا اللَّهَ فَأَنسَاهُمْ أَنفُسَهُمْ
ders dayî, ew xwe ji bîr dike û êdî haya wî ji wî tune. Eger li mirinê bifikire wê yekî din were bîra wî, eger fena û zewalê bibîne ji xwe re nagire. Nefsa emmare, di dema xizmet, xebat û zehmetiyê de xwe ji bîr dike, lê di dema heqsitandin û tiştên xweş de ku li menfaeta wê ne, tenê li xwe difikire. Di vî meqamî de pakkirina nefsê û terbiyekirina wê ew e ku mirov tam li dijî wê bike. Yanî di dema xwejibîrkirinê de xwe ji bîr neke, û di dema lezzet û kêfxweşiyê de jî xwe ji bîr bike, li mirin û xizmetê bifikire.