Rêya Nekarîn û Feqîriyê, ya Şefqet û Fikirînê, Wird û Gavên Wan
Rêyên ku bigihin Xwedê gelek in. Hemî rêyên rast ji Qur’anê hatine standin, lê hinek ji wan ji hinekan kintir, ewletir û berfirehtir in. Di nav wan rêyan de ya ku min bi aqilê xwe yê kêm ji Qur’anê fêhm kiriye, rêya “nekarîn û feqîriyê, ya şefqet û fikirînê” ye.
Belê, nekarîn jî weke evînê ye, hetta ji wê jî ewletir e ku bi rêya îbadetkirinê mirov digihîne hezkirinê. Feqîrî jî mirov digihîne navê Rehman. Şefqet jî weke evînê ye û rêyeke hê ji wê jî tûjtir û berfirehtir e ku mirov digihîne navê Rehîm. Fikirîn jî rêyeke weke evînê ye û hê ji wê jî dewlemendtir, paktir û berfirehtir e ku mirov digihîne navê Hekîm.
Ev rêya han, weke wan terîqetên nizimdeng ku di dilê xwe de û bi dengekî nizm zikrê dikin, ji “deh hissan” pêk tê, û ne jî weke terîqeta eşkere, ji “heft cûreyên nefsê” pêk te ku mirov her gavekê diavêje mertebeyekê. Ev rêya han ji çar gavan pêk tê û ji terîqetê bêtir heqîqet e, şerîet e.
Bila şaş neyê fêhmkirin. Nekarîn û feqîrî ew in ku mirov li ber Xwedê qusûrên xwe bibîne, ne ew in ku mirov wisa bike û nîşanî xelkê bide.
Bi taybetî jî ew e ku mirov nimêjê bi temamê ruknên wê bi cih bîne tesbîhatên piştî nimêjê bike.
Gava Yekemîn:
فَلاَ تُزَكَّوُا اَنُفُسَكُمْ
Ev ayet îşaretî bi bal vê gavê ve dike.
Gava Duyemîn: Ayeta
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ نَسُوا اللَّهَ فَأَنسَاهُمْ أَنفُسَهُمْ
[1]Nebin weke wan kesên ku ji ber ku Xwedê ji bîr kiribûn, Xwedê jî ew ji bîr kirin. (Sûretê Heşir: 19)
îşareî vê gavê dike.
Gava Sêyemîn:
مَا أَصَابَكَ مِنْ حَسَنَةٍ فَمِنَ اللّهِ وَمَا أَصَابَكَ مِن سَيِّئَةٍ فَمِن نَّفْسِكَ
[1]Her xêra ku bigihe te ew ji Xwedê ye. Her xirabiya ku were serê te ji ber nefsa te ye. (Sûretê Nîsa: 79)
îşareî vê gavê dike.
Gava Çaremîn: Ayeta
كُلُّ شَيْءٍ هَالِكٌ إِلَّا وَجْهَهُ
îşaretî bi bal vê gavê ve dike.