Ez çûm... Min dît ku niwênerê her sedsalê û ji selefê salih, mirovne wisa bi nûr ku min li dinyayê yên weke wan nedîtibûn di wê civatê de rûniştine. Min şerm kir, li ber derî sekinîm. Yekî ji wan zatan got:
-Ey zilamê sedsala felaket û helaketê! Fikrê te jî, ramana xwe ji me re bibêje.
Ez li pêyan sekinîm û min got:
- Pirs bikin, ez bersivê bidim.
(İçtimaî Dersler, Sünuhat: 261)
***
Vê Civata rûhanî ev gotin ecibandin
Ez jî ji nişka ve hişyar bûm, bi hişyarî ji nû ve razam
Ez bim, hişyarî xewn e, xewn jî cûreyekî hişyariyê ye
Li wir wekîlê sedsalê, li vir jî Seîdê Kurdî...
(İçtimaî Dersler, Lemeat: 410)
Tevgerîna Erênî
Divê mirov erênî tevbigere, yanî mirov ji pîşeyê xwe hez bike û wisa tevbigere. Divê dijmintiya pîşeyên din û qusûrên xelkê, mudaxeleyî fikr û ilmê mirov nekin û mirov bi wan nelebike.
(Lem’alar: 222)
***
Cih û dem ji pîşeyê erênî yê Rîsaleyên Nûr re destûrê nadin ku ne tenê fi‘len, belkî fikren û zihnen jî bi ehlê bid‘eyan ve bilebike.
(Kastamonu Lahikası: 156)
***