بِاسْمِهِ وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
Muqeddîme: Bila bê zanîn ku berî niha bi sêzdeh salan, li Bursayê min pirtûkek ji Mela Hesen Efendî wergirt. Wergera Zubdetu’r-Resaîl ‘Umdetu’l-Wesaîla Ziyaeddîn Şêx Mewlana Xalid (quddîse sîrruhu) bû ku ji name û şîretên wî yên pîroz pêk dihat. Her çawa be, min firset nedît ku bixwînim, heta îro ku ez li tiştekî digeriyam min di nav kîtabên xwe de dît.
Min got: Ev Hz. Mewlana Xalid hemşehriyê Seydayê min Bedîuzzeman e. Hem piştî Îmamê Rebbanî, ew qehremanê herî girîng yê terîqeta Neqşî ye, hem jî pîrê terîqeta Neqşî-Xalidî ye.
Piştî ku min Rîsale mitale kir, min ev hedîsa şerîf ku di Kutubên Sitte de; Îmamê Hakim di Mustedrekê de û Ebû Dawud di Sunenê de û Beyheqî jî di Şu‘ebu’l-Îmanê de rîwayet kirine dît:
اِنَّ اللَّهَ يَبْعَثُ لِهَذِهِ الْأُمَّةِ عَلَى رَأْسِ كُلِّ مِائَةِ سَنَةٍ مَنْ يُجَدِّدُ لَهَا دِينَهَا
Yanî; “Xwedê her sed salî de nûkerekî dîn dişîne.” Alimê navdar, qutbê xwedênasan, xewsê ku mirov digihîne rastiyê, warisê Muhemmedî, temamkerê terîqeta bala û nûker, Mewlana Xalidê Zulcenaheyn quddîse sîrruhu bûye mezherê vê hedîsa pîroz, ew rastî nîşan daye û rast dêrandiye...
Paşî min di tarîxçeya jiyana wî de dît ku jidayikbûna wî 1193 ye.