Birayê rast û ezîz, rêzdar Mela Heşmet,
Me nameya te ya derbarê nûker [Yê ku dîn nû dike, nû şîrove dike] de bi heyretmayin xwend û me ji Seydayê xwe re jî got. Seyda dibêje:
“Belê, ev zeman hem ji bo dîn û îmanê hem jî ji bo jiyana civakî û şerîetê nûkerekî pir girîng dixwaze. Lê di vî warî de wezîfeya nûkirinê ya herî girîng, pîroz û mezin parastina rastiyên îmanê ye. Mijarên qanûnê, jiyana civakî û ya siyasî li ber wê di dereceya dudu, sisê û çaran de dimînin.
Ew girîngiya nûkirina dîn ku di rîwayetên hedîsan de bi girîngî li ser hatiye sekinîn derbarê nûkirina rastiyên îmanê de ye. Lê di nav gel de û di nezera jiyanperestan de siyaseta dînî û jiyana civakî ya îslamî ku zahiren berfireh in û ji hêla desthilatdariyê ve cazîbedar in, girîngtir xweya dikin, loma jî jiyanperest li wê hêlê mêze dikin, bi wê berçavkê lê dinêrin û li gora wê mane dikin.
Hem jî îhtimaleke pir dûr e û ne mumkin e ku ev hersê wezîfe bêqusûr bin, ne li dijî hev bin û hemî jî bi hev re di mirovekî yan jî di cemaetekê de bin. Ev hersê wezîfe 1 tenê di Mehdiyê axirzeman de -ku cemaeta nûranî ya ehlê beyta Pêxember temsîl dike- û şexsê manewî yê cemaeta wî de bicivin. Hemd û senayên bêdawî ji Xwedê re bin ku wezîfeya nûkirinê ya parastina rastiyên îmanê, bi heqîqetên Rîsaleyên Nûr û bi şexsê manewî yê şagirtên wê daye kirin. Ev bîst sal in ku ew xebata pîroz bi awayekî bi bandûr belav dibe, dilan fetih dike û li hember êrîşên jirêketinê û zendîqên dehşetdar û hêzdar derdikeve. Bi vî şiklî îmana bi sedhezaran ehlê îmanê xilas dike. Şukir ji Xwedê re ku îro bi çil hezaran însan şahidiya vê yekê dikin.”
Lêbelê Seyda dibêje: “Bila vî barê han ku bi hezar dereceyan ji heddê min zêde ye, li yekî mîna min nekar û zeîf nekin û min nekin şûna yekî ku bi tiliyan tê nîşandan.” û silavan dike.
Em jî li zatê we û li wan camêrên ku bi Rîsaleyên Nûr re elaqedar dibin silav dikin.
Ji şagirtên Rîsaleyên Nûr
Emîn, Feyzî, Kamil
(Kastamonu Lahikası: 333-334)
***